Devleta faşîst-qirker a tirkîyê li hemberî berxwedan û sekna bi îradeya gêrîla li herderê têkçûye û her roj têkçûnên dîrokî jîyan dike, heman demê de li başûrê kûrdîstanê ji bo kû encam bigre û kûrdîstanê bi temamî dagir bike destê îxanetê bi kar tîne û dixwaze kurdan bi destê kûrdan bide qirkirin, ew demeke davîye kû devleta dagirkera tirk li başûrê kûrdîstanê pir rihet hin baregehên mîtê wedike, him jî êrîşê kesayetên welatparêz û tekoşer dike.

Di sihara 17ê îlonê, li navenda silêmanîyê rêheval şûkrî serhed bi êrîşêke nemerdane a mîta devleta dagiekera tirk de şehîd ket, em di serî de rêheval şûkrî serhed bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û sersaxîyê ji malbat wî û hemû gelê kûrd re dixwazin.

Rêheval şûkrî serhed di nava 40 sal şoreşgertîya xwe de ji zindanan bigre heya çîyayên kûrdîstanê, di hemû saheyên tekoşînê de bê hisab, bi dildarîyekî mezin tekoşîn meşand û nirxên giranbiha afirandin, bû yek ji rêhevalên rasteqînî a rêber APO û di şopa hakî karar, kemal pîr û akîf yîlmazan da heya deqeya şehadeta xwe meşîya, heval şûkrî kêlî bi kêlî bi felsefeya yek hirka, yek lûkma jîyan kir û da jîyan kirin, 15 salan di xebata malbatên şehîdan de ked da û bû yek ji dilsozên karwanê şehîdên şoreşa azadîyê, rûxmê hemû nexweşîyên xwe yên giran jî yek kêlî xwe ji xebatê tekoşîna azadîyê neda paş û bû fedayîyekî gelê kûrdîstanê.

Em weke komîteya şehîdên PJAK ê, soz didin kû xeyalên şehîdan a kûrdistaneke azad  û demokratîk pêk bînin û xwedî li doza wan a rewa derkevin.

KOMÎTEYA ŞEHÎDAN A PJAK

17.09.2021