Ji bo tevahî raya giştî

Em wek gelê Kurdistanê, ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin, di vê pêvajoya girîng de êrîşên  hêzên komploger, dagirker, îxanetkaran li ser Tevger û gelê me tên meşandin, li beramberî van êrîşan berxwedaniyeke bêhempa di serî de di şexsê Rêber Apo de, gelê me û Tevgera Azadî, Tevgera Apocî tê raberkirin. Ev têkoşîn her çi qas gelek zor û zehmetiyên xwe hebin jî hem gelê me û hem Tevgera Apocî bi ruhekî fedaî ji bo azadiya gelê xwe, Rêberê xwe û axa xwe têkoşîna xwe didomîne û di vê oxirê de gelek bedelên giranbiha dide. Herî dawî dagirkeriya dewleta Tirkiyê, rejîma faşîst, qirker a AKP-MHP li ser Kurdistanê ew rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da, êrîşeke topyekûn li ser çar perçeyê Kurdistanê dimeşînin. Di van rojên dawî de êrîşên li ser Şengalê, Rojava û dagirkirina Başûr çêbûn. Di vê pêvajoyê de di serî de êrîşên li ser Şengalê çêbûn, em ji gelê xwe yê Êzidî re sersaxî dixwazin, em li beramberî pêşeng û şehîdên gelê xwe yê Êzidî bejna xwe ditewînin, heta dawî şopdarê rêya wan bibin û têkoşîna wan silav dikin.

Dîsa êrîşên li ser Başûr, em dibînin ku hêzên parastina gelê Kurdistanê HPG û YJA-STAR bêhempa têkoşîn û berxwedaniyeke mezin raber dike. Her roj dagirkeran qehr dike, derbe li ser derbe li wan dide, em jî têkoşîna wan slav û pîroz dikin û di vê têkoşîna bêhempa de hevalên ku şehîd ketine em ji tevahî gelê Kurdistanê, malbatên wan re sersaxî dixwazin û li beramberî wan hevalên xwe yên qehraman bejna xwe ditewînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin; gerîlatiya ku pêvajoya nû, modernîteya demokratîk a li wir pêk tê, em ji xwe re mînak digirin, jê sûd werdigirin û encaman jê derdixin, lewma têkoşîna wan pêşiya me ronî dike û em şopdarên wan şehîdên xwe yên qehraman in û em ê mîrateya wan li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, di nav gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê de û ji bo demokratîkkirina Îranê heta dawî pêk bînin û bibin layiqê wan.

Careke din dewleta faşîst a Tirkiyê bi alîkariya dewletên navnetewî yên komploger li ser Rojava êrîş pêk anî û şehadet çêbûn. Di nav wan şehadetan de ewladekî Rojhilatê Kurdistanê, fermandarê me yê mezin rêheval Rênas Roj şehîd ket. Em di serî de ji bo gelê Kurdistanê sersaxî dixwazin, ji bo gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê sersaxî dixwazin. Weke ewladekî me yê Rojhilatê Kurdistanê fermandarekî weke heval Rênas, li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîn meşand, herî dawî xwe erkdar dît di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cih girt, erk girt û fermandarî kir. Di nav gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de weke derketina fermandar û qehraman Simko Serhildan, Hewram Awyer, Şîrîn Elemhulî û Rênas Roj em weke bûyereke pir mezin û pîroz dibînin. Em careke din ji tevahî gelê Kurdistanê, malbatên şehîdên qehramanên wisa mezin, sersaxî dixwazin û em ê têkoşîna wan ji xwe re mînak bigirin û em ê heta dawî bibin şopdarê rêya wan. Rêheval Rênas ked û emeka kudi  vê rêyê de daye, em ê tu carî wisa li erdê nehêlin û em ê her tim bidin jiyîn û berdewam bikin.

Dema Rêber Apo di sala 1999’an de bi komployeke navnetewî esîr hate girtin, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê li her derê serî hilda û serhildaneke bêhempa nîşan da û xwedî li Rêber Apo derket û bi sedan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwe li beramberî Rêber Apo berpirsiyar dît û tevlî refên gerîla bû, heval Rênas Roj jî yek ji wan ciwanan bû ku gerîlatiya xwe li çar perçeyê Kurdistanê de di bin her şert û mercên zehmetî de pêk anî û di gerîlatiya xwe de şervantî û hevaltiyeke herî rast kir ji bo azadiya  Serokatî û bi hevalên xwe re di xeteke rast de meşiya û gerîlatiyeke bêemsal kir û gelek erk meşand. Tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û erka xwe ya mezin a fermandarî bi serkeftî bi cih anî û bû pêşengê sedan gerîla û şervan. Herî dawî di encama êrîşê dewleta faşîst, dagirker, çete a Tirk de şehîd ket. Şehadeta hevalekî wisa ji bo Kurdistanê wendahiyeke pir mezin bû û em ji vê şehadetê pir xemgîn bûn. Ji ber ku dema li Rojhilatê Kurdistanê de fermandarî dikir, sedan gerîla bi pêşengtiya wî têkoşîn meşand û bûbû rêheval û fermandarekî mînak, tecrûbe û gerîlatiya îro li Rojhilatê Kurdistanê dimeşe, fêrî me kir. Fermandartî, hevaltî, jiyan, fikr, baweriya xwe ya bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe gurçûpêç kiribû, bi hevalên xwe re parve kir û em bi hev re meşiyan. Me di şexsê wî de Rêber Apo nas kir, fikr û îdeolojiya Rêber Apo nas kir. Di warê xeta leşkerî, gerîlatiya rast de têkoşîneke mezin meşand, tecrûbe û danehev çêkir û ev dan hevalên xwe. Ked û emeka rêheval û qehreman Şehîd Rênas Roj a li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, emanetê me kirin û xwe berpirsiyar dît û li perçeyeke din a Kurdistanê, şoreşgerî, gerîlatî û fermandarî kir. Her çi qas îro şehadeta wî li Rojhilatê Kurdistanê nebe jî ji bo me wendahiyeke pir mezin bû. Ked û emeka vî rêhevalî ya li çar perçeyê Kurdistanê, hêzeke mezin da me.

Em weke tevgera Apocî, tevgereke şehîdan e, em bedelan didin, şehadetên me tu carî me zeyif nakin, me xurt û mezin dikin. Çawa ku şehîdên me yên qehreman em anîn van rojan, şehadeta hevalê me yê qehreman Rênas Roj her çi qas ji bo me giran jî be, em ê ji bîranînên wî encamên rast der bixin û ji xwe re bikin çavkaniya hêz. Di serî de li Rojhilatê Kurdistanê û li ku derê Kurdistanê erk û berpirsiyartî bikeve ser milê me, li beramberî dagirkeran, komploger û îxanetkaran, çawa ku ew fermandarên me têkoşîn meşandine, em ê têkoşîna wan bilindtir bikin û armancên wan a bi fizîkî azadkirina Rêber Apo, azadkirina gelê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê û demokratîkkirina gelên Îran û Rojhilata Navîn pêk bînin, em ê girêdayî bîranînên van rêhevalên xwe bimînin. Bila hemû van hêzên komploger û dagirkerên Kurdistanê yên qirker û îxanetkarên Kurdistanê bizanin, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê xeta van fermandarên xwe bin. Van hêzên dagirker baş bizanin ku di serî de xeta Rêberê me, berxwedaniya gelê me û ya herî girîng jî mîna heval Rênas Roj, dehan, sedan fermandarên me hene; ev hêza ku van fermandarên me di me de ava kirî û dayî me, em ê bi wan re girêdayî bimînin û heta azadiya gelê xwe em ê şopdarê wan bin û hedef û armancên wan pêk bînin.

Em careke din ji Rêber Apo, gelê xwe yê fedakar, gelên Rojhilata Navîn ên bindest re, soz didin û armanca wan şehîdên xwe pêk bînin. Em ê azadiya gelên xwe û demokratîkkirina gelên Îranê misoger bikin û hesap ji wan bixwazin. Li ser vî esasî em soza xwe nû dikin û dibêjin şehîd namirin û bijî Rêber Apo!

25-8-2021

Fermandariya YRKê