Zîlan vejîn, hevserok a PJAK
Di dîroka 30-07-2021 di çarçova hemala Na ji bo sêdare, Belê ji bo demokrasî weke PJAK û KODAR me piştgiriya xwe ji bo daxwazên gelê El ehvazê da diyar kirin. Her helwest û nerazîbûnek gelan li hember rejîma sêdare ya Îran’ê ji bo pêşxistina demokrasî, daxwaza guhertina sîstem û pêşxistin a wekheviyê ye. Heta niha her serhildaneke gel, di çarçova mafê xwe yê rewa de pêş ketiye. Ji bo vê jî em wan xwepêşadanane bingeha guhertina sîstema ne demokratîk û qirker a îran dibînin.
Di wan salên dawî de xwapêşandanên ku di pêşengtiya civakê de pêş dikevin nîşaneya asta pirsgirêkên ku kurbûne û berbi qeyranê we çûne diyar dike. Ev pirsgirêk, alozî û nakokiya di navbera civak û hikumet-dewletê de zêdetir kiriye. îro pirsgirêkên ku gelê el ehvaz jiyan dike hemû gelên li îranê jiyna dikin, pêre ruburu ne. Bingeha wan pirsgirêkan jî, ji encma zihniyet û îdolojiya ku sîstem û siyaset bi rêve dibe ye. ji xwe Sîstema Dewlet – Netew li ser bingeha qirkirina çandî, fîzîkî, jîngeh, asimilasyon û binpikirina mafê mirov tê bi rêvebirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi guhertinek bingehîn ya di hêla qanunî û hiquqî de heye. Piştî Şoreşa 1957 we 12 car hilbijartinên serok-komartî pêk hatin û her car jî şorayê gund û bajaran li gel wê meclîs û hemû berpirsên saziyên dewletê hatin guhertin. Her car jî di her yek ji wan hilbijaratinan de bi gutinên ku yê ji hemû daxwazên gel re bibin bersiv, soz dan û weke Rohanî dema ji erkê durketin jî rexnedayîna ku Me nekarî em ji daxwazên gel re bibin bersiv û pirsgirêkên heyî çareser bikin û yanî rexnên xwe ji hikumetê dikin ku ti însyatîfek wan ya çareserkirina wan pirsgirêkan nebuye. Yanî ev dide diyar kirin ku sîstem û siyaset li gor îdorlojî û hişmendiya heyî bi rêve diçin. Yan jî li gor makezagona heyî tê bi rêve birin.
Ev xwapêşandanên demokratîk yê gelê El Ehvazê jî ne tenê li bermber rewşa bê avî, bê karî û bê berqî bû, di esas de li hember hişmendiya heyî û encama hilbijtina serok-komariya Îbarhîm Reîsî bû. Pêwîste bi vê şêwazê li wan serhildanan bê temaşe kirin û şirove kirin.
Di vê serdema ku em di nav dene her dewlet – netew dixwaze dîktatoyiya xwe befireh bike û yek destbûnê jî di nav sîstema xwe de ava bike. Mînaka wêya jî Tirkiye, Îran û Suryene. Di her sê welatan de sîstemek bi navê demokrasiye nîne. Erdoxan bi darê zorê ser gel û bi xapandin dîsa hate ser kar û hemû sîstema Deweta faşist ya Tirkiyê bi serok-komarî ve da girêdan û li ser vê bingehê bi hemû kurdan re ketiye nav şer. Di heman demê de Beşar Esed bi behaneyên cuda tenê di nav meclîsê de hilbijartin pêk anîn û erka xwe berdewam kir. Rixmê ku ev çend sale alozî li suryê heye û gel dijî sîstema heyî her dem di nav dijbertiyê de bûne, lê dîsa Beşar Esed bi şêwazekî antî demokratîkk hate ser hukim. Ev di şerxsê Rjîma Sêdare ya Îran’ê de jî bi vî avayî derkete pêş ku Reîsî bi çi avayî hate ser hikum û çawa yekdestî di nav dewlet û hikumetê de ava kir. Ev rewşa dide diyar kirin ku gelan û civakê bi têkoşîn û helwesta xwe, ev sîstem xistine rewşek bi vî avayî de. Dema helwesta gelan li ser daxwazên hevbeş dibin yek û bi yek dengî bang dikin û daxwazên xwe îfade dikin ev tirsek herî mezin ji bo sîstemên weke Îranê dide ava kirin.
Li beramber vê sîstema faşist û otokratîk ya îranê Bi taybet tekoşîna jinan gihiştiye astek bilind û bi bandor. Bedelên herî giran di encama hişmendiya vê sîstemê de jin dide. Têne kuştin, têne girtin, bi ti avayî hebûna vê nayê qebûlkirin. Hemû qanunên dij bi mirovahiyê li ser jin têne birêvebirin. Hijmara zîndaniyan di îranê de ji nîvî zêdetir jinin, ev jî zêdeti jinên xwedî helwest û sekin bûne û li hember sîstemê derketine. Zîndana Qerçek- Veramîn mînaka viya ye ku tenê jin tê de têne ragiritin. Bi her cure îşkence û şerê taybet re rubiru dimînin. Ji bo dest ji doza xwe berdin dest ji her kiryarê naparêzin. Lê jinan bi hevgirtin û tekoşîna xwe ya hevbeş ev siyasetane vala derxistine. zindan ne qada teslîmîyet û îrade şikandinê ye esas di nav dilê dijmin de ev kirine alana têkoşîn û serî rakirinê. Bi berdewamiya vê tekoşînê û berxwadanî dikare her cure siyasetê li zîndanan vala derxîne. Tekoşîn û azadiya jinan a bingeha hemû têkoşîn û azadiya ne.
Em û hemû hêzên azadîxwaz, demokratîk-xwaz, çepger, sosyalist, saziyên medenî, jin û ciwan dikarin bi hevbeşî di tekoşîn li beramber rejîma sêdare de bibin yek. Bi taybet ji sala 1396 de bê navber serhildan, xwapêşandan, çalakî li beramber rejîma heyî hatine maeşandin. Ev sekna têkoşer ya civakê û hemû beşên wê rejîm xistiye nav tengasiyek mezin û neçariyan de. Eger îro ev çend sîsetm bêçare maye û di dîktatoriyê de ser û destê xwe şikandiye ji tekoşîna civakê bingeha xwe digire. her çend hikumet û dewlet bixwaze vê dîktoriyê hişk bike ev çend zemîna hilweşandin û guhertinê zêde dibe. Em jî li gel daxwaza gel xwedî helwest û projên demokrasîyêne. Proja Rêber Apo ya netewa dekratîk dikare li gor xwasertî û cudahiyên li nav civaka îranê de jiyan dikin be. Dema em behsa sîstema netewa demokratîk dikin nayê wê wateyê ku ji cihekî kopî kirine. Em behas zihniyet û siyaseta netewa demokratîk ku li ser paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin bi rêve diçe dikin. Elbete ku yê li gor xwasertiya civakê be. Di heman demê de dema em behsa Netewa Demokratî dikin ev ne zihniyet û sistemeke ku yê ji nişkave bê damezirandin. Jixwe ev şaneya kok ya civakê ye û eger ev çend civak li Îranê jî zindiye bingeha xwe ji vê digire. bingeha civakê li zihniyet û hevbeşiyek demokratîk avabûye. Gelên li herêma Zagorsan li Îranê bi salane bi hevre li ser bingehek komînal jiyan kirine. Eger pirsgirêk yan newekheviyek jî hebe ev jî ji encama siyaseta şerê taybet û dij civakê ya rejîma îranê ye. Buyera li neqedê hate jiyan kirin jî siyaseta faşîst, nijadperest û qirker ya dewleta Îranê ku bi dewleta Tirk re siyasetek hevbeş li ser kurdan birêve dibe.
Ji bo vê jî em li ser esasê berfireh kirina têkoşîna gelan pergala demokratîk berfirh kirin û rengê vê zêde kirin hewil didin. Yanî çiqas demokrasî ev çend kêm dewlet. Ewa jî bi xwe rêxistin kirin dikare pêş bikeve. Her netewek li herêma xwe xwedî rêveberiya xwaser û demokratî be. Li gel wêya xwedî sîstma xwe ya parastina cewherî be. Her sîstemk demokratîk li ser rehendên weke aborî, perwerde, parastina cewherî, hiquq û dada civakî, Dîplomasî, çandî, tendirustî xwe rêxistin dike. Bi salane gelê Azerî û Kurd bi hevere li bajarê Maku, Xuy, Selmas, Urmiye, Neqede hwd… jiyan dikin. Çima hem wext bi êrişa dewleta Tirk ya li Bakurê Kurdistanê ev rudanên nîjadperest hate jiyan kirin. yanî dibe ev baş bê zanîn dijminên kurdan bi yek zihniyetê li ser kurdan de tên û dixwazin tine bikin li gel wêya nakokî di navbera wan ku netewên bi hevre jiyan dikin de ava bikin. ji bo vala derxistina wan êriş û siyasetan gelê me pêwîste hişyar be û neyê leystukê dimin.
Ticara dewletan nekarîne xwe li hember hêza civakê ragirin. Ji gihiştina daxwazên xwe yê azadî û demokrasiyê tekoşînek hemû milî ve pêwîste. Raste ji sala 1396 heya niha her serhildan û nerazîbûn hebûne lê lokal û menteqeyî bûne pêwîste giştgîr bin. ji ber dema tenê hin merkez û menteqe serhildan çêdibe, dewlet bi rêbazên xwe yê hovane ve diçe ser û bêdeng dike. Lê dema hemû layane be vê demê nikare viya bike. jixwe bedelê wêya hey. Ti şoreş heya niha bê bedel nebûne. Mînaka şoreşên dinyayê û ya rojava jî berçave lê gihiştina azadî û demokrasi jî xeyalên gelên bindest ya salan û pêşerojê ye. Em li hember dewletek nijadperst û cinsiyetperst re têdikoşin ti gazincek li hember vê sîstemê kirin çareserî nayene tenê bi hevre girseyî tekoşîn û serhildan kirin dikere rewşa heyî biguhere.
Ji bo vê jî di çarçova hemla Na Bo Sêdare, Belê Bo demokrasî em bi hemû beşên tekoşer yên îranê re weke Jin di çarçova hemla KJAR de, heman dem ciwan, karker, karmend, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, saziyên medenî, jîngehparêz û beşên çand û huner xebata xwe ya ji bo pêşxistina demokrasiye berfireh bikin.