Denîz derya

Konseya rêvebir a kodar

Qêrîna gelan kû roja meya îro de li îran û rojihilatê kûrdîstanê pêşdikevin, ne tenê ji bo meseleya elektrîk û avê ye, tinê jî ne meseleya ekonomîye. Qêrînên gelan li hemberî sîstema hizar salane ye kû qirkirina gelan dide çêkirin. Em dibînin îro di cîhanê de dû sîstem li hemberî hev şer dikin, yek sîstema modernîteya kapîtalîste, ango sîstema kû dixwaze gelan bi şer tine bike, xwe li ser tinekirina gelan ava bike û bi wê rengê temenê deshilatdarîya xwe dirêj bike. Modernîteya kapîtalîst dijminê gelan bi taybet jî dijminê gelê kûrde.  Sîstema kû li hemberê wê tinekirinê şer dike û berxwe dide sîstema konfederalîzma netewa modernîteya demokratîke. Êrîşên kû di cîhanê de tên meşandin êrîşên hevbeşin ango ji bo tine kirina gelanin û  bi hizar salane sîstemek bi destê tek cîns ango mêrserwer birêve dibe dimeşînin. Ê kû xwedî wê zêhnîyetê be , ew zêhnîyet wê hertim xwe li ser tinekirinê ava bike, ew zêhnîyeta tinekirin, talan kirin û qirkirinê  merheleya xwe ya hilweşînê jîyan dike, ji bo kû hilneweşe  bi şeklekî herî qirêj  bi ser gelan de tê û dixwaze bi şerê xwe yê qirêj xwe li ser îktidarê bihêle. Lê yakû îro bi berxwedanekî pir mezin li hemberî wê şerê qirêj li ber xwe dide , şer dike gêrîlayê azadîyê, gelê kûrd û fikir û felsefeya rêber APO ye. Rêber APO bi fikir û felsefeya xwe jîyana jin dayîkê nûde zîndî kir û  darbeyekî pir mezin li zêhnîyeta 5 hizar sale ya kû xwe li ser tine kirina cînsan, tine kirina gelan dabû ava kirin da. Di cîhanê de  ya kû herî zêde bûne mexdûrê şerê qirêj ya deshilatdaran jî jinin, dîsa di roja îro de ên kû  li hemberî wê sîstemê herî zêde serî radikin jî jinin. Ew sîstem bi girtin û qirkirina jinê dixwazin civakê tine bikin, jin bûyîn civak bûyîne, ji bo civakbûyînê ji ortê rakin bi rêbazên xwe yê herî qirêj bi ser nasnama jin de tên, dagirkerîya îranê bin navê îslamîyetê de roj bi roj êrîşê bedena jin dike, bi çêkirina kerxana resmî  sazîyên firotinê çêkirine û jinan têde difroşin. Ew kiryar êrîşa tinekirina her dû cînsane, tine kirina civak û tinekirina mirovahîyê ye. Rejîma dagirker ya îranê ji bo îradeya jin bişkîne  rojane di nav lêgerînan deye.

Di nav sîstema xwe de kombûna çend jinan li gel hev weke dijî devlet û îslamîyetê pênase dike di rastî de wîya weke metirsîyeke pir mezin ji bo xwe dibîne, ji bo bêdeng kirinê jî rêbazên cûr bi cûr weke girtin û kûştinan bi kar tîne. Îro em dibînin kû pirsgirêka di temenê biçûk de zevac her kû diçe xwe bi sîstem dike ew yek jî êrîşêkî pir mezin ji bo tinekirina jinan û civakê ye. Dagirkerîya îranê di temenê biçûk de zevac resmî kirîye û meşrû dibîne, em dikarin temenê biçûk de zevac weke fihûşê pênase bikin ango devletê kû xwe bi navê îslamîyetê dide dîyarkirin resmî di nava civakê de fihûşê pêş dixe. Di hêla aborîyê de jî devleta îranê sîyasetek pir qirêj li ser gel dimeşîne, bi wê sîyaseta qirêj dixwaze gel feqîr bike, bi birçî bûnê terbîye bike û mûhtacê xwe bike. Ew sîyaset kî dikin! Kesayetên weke îbrahîm reyîsî ya kû nunertiya zêhnîyeta mêrsalar ya 5 hizar salî dikin . her kes wê yekê baş dizane kû îbrahîm reyîsî kesayetek dijî azadîyê ye, ya kû destê wî di nava hizaran karên qirêj de heye, wî anîn ser hûkim gelo ew çi dide diyar kirinê! Ew wê rastîyê radixe pêş çavan kû daxwazîya gelan nayê berçav girtin û her kû diçe cînsîyet gerayî û netewperestî kûr dibe, bi kûrtasî ew zîhnîyet, zêhnîyeteke dîjî demokrasî û azadîyê ye. Devleta dagirker a îranê îsal dîsa bi dek û dolaban çû hilbijartinan û weke kû pir demokratîke bangewazîyê çûyîna ser sendoqan kir, li hemberê wê herçiqas tepkîyê gel derket jî îran carek din zilamê xwe ê qatîl destnîşan kir. Îro em dibînin ji her demê zêdetir qêrîna gelan li hemberê dagirkerîya rejîma îranê  her kû diçe zêdetir dibe ew qêrîn ji bo rakirina zêhnîyeta hizar salane, ya kû li  hemberî wê zêhnîyetê tinekirinê, qirkirinê, bêdeng kirinê, bê îrade kirin û bê maf hêştinê rabû ser pîyan û xwedî sekin bû jina kûrd bû. Jina kûrd îro li hemberî zêhnîyeta mêrsalar ya 5 hizar salî li ser pîyane û her kû diçe xwe bihêz dike, nasname qezenc dike, jin li kolanan, zîndanan bû xwedî seknekî pir bi hêz tekoşîn da ava kirin û ew tekoşîn kir malê hemû civakê,  pêwîste jin hemû hêza xwe bikin yek û xwedî li wan destkeftîyan derbikevin. Jin çiqas li ser esasê konfederalîzma netewa demokratîk hêza xwe bikin yek wê ewqasî êrîşên dagirkeran jî wala derxînin, bi rêxistinbûna jinê wê mêrserwerîya hizarsalane  têk bibe. Di  heman demê de jin di zîndanên rejîma îranê de berxwedanîyeke di asta jor de dimeşînin, jin lazime bibin dengê zîndanan û berxwedanîyê wan li her derê bidin jîyandin, em dibinin kû dagirkerîya îranê di şexsê jina tekoşer zeynep celalyan de dixwaze jinê bê îrade bike, tine bike û teslîm bigre lê ew salane kû jina berxwedêr zeynep celalyan di şert û mercên herî dijwar de li hemberî wê kirêtîyê tekoşînekî bê hempa dimeşîne û li berxwe dide, herî davîyê rejîma îranê vekîlê zeyneb celalyan girt û ew bi salane  kû nahêlin malbat jî serdana wê bike bi wê rêbazê bêmafîyekê pir mezin  didin meşandin. berxwedana zeynep celalyan berxwedana tevahî jinane, zeynep celalyan ne tenê kesek, nasnameyeke ji bo wê jî lazime hemû jin xwedî li wê nasnamê derkevin, jin xwedî hêze, ê kû sîstema şah hilweşand  hêza jin bû, ê kû wê sîstema dagirkerîya niha jî ji ortê rake wê hêza jin be , jin him bi serkeftinê him jî bi çêkirinê bawere hemandemê de di karektera jin de şer nîne û hebûnekî azadîxwaze, lazima di serî  de jin, ciwan û hemû netew hêza xwe bikin yek û di bin sîwana konfederalîzma netewa demokratîk de xwe bi rêxistin bikin, eger em wê yekê bikin emê bê dewlet xwe bi rêxistin bikin. Dewlet ne xwedîyê wê hêzêye kû daxwazîya gelan, daxwazîya ne jinan ne jî mêran pêk bîne, ew dewlet xwe li ser esasê tinekirina gelan daye ava kirin ji bo wê jî lazime ti hêvîyeke kesî jê çênebe dakû ew jî nebe qûrbanîya zêhnîyeta wê ya qirêj. Hêvîya herî mezin û bawerîya herî rast sîstema netewa demokratîke, bangewazîya me ji bo hemû jinan,jinên fars, ereb, azer û hemû neteweyên din ewe kû hêza xwe ya cewherî bikin yek li hemberî rejîma îranê ya dagirker, rabin ser pîyan û derkevin kolanan, xwe kolanan de bi rêxistin bikin, rêveberîya xwe bi îradeya xwe hilbijêrin û parastina xwe bikin.