Yezda Havîn  – endama KJAR ê

               Rejîma Îranê, roj  nîne ku 2-3’ê kesan darve neke. Heta herî dawî 6 kes bi hevre darve kirin. Piştî hilbijartinên serokomarî yên Îranê di nava mehekê de 38 kes û di nav 6 mehan de, bêtirî 100 kesan hatine darvekirin. Di nava wan de 6 jê jin in. Tê zanîn jin di civakê de hertim pêşengê fêrkirin û exlaqê mirovahiyê ne, çawa dibe li Îranê jin û ciwan bi xerabiyê diçin ber sê darê?!

        Mirov wexta li nûçêyên rojane yên Îranê, mêze dike di ailyekî de dilê mirov ji dinyayê reş dibe û di aliyekî din ve hêrsa mirov zêde dike. Wexta mirov  di nava van  hestan de diponije, mirov ji mirovbûna xwe şerm dike. Tekez stûyê di nav benê sêdarê de heta kesera dawî jî hêviya jiyanê ji dest  nade. Hêvî bi kesera dawî li ser rûyê wan dicemide, gotinên dawî di dilê wan de ditemire. Ev ciwanên ku hê negiştine tama jiyanê, dibin qurbaniyên pergala oldar û desthilatdar de. Eger li Îranê pergaleke demokratîk û exlaqî hebûya, wê bi şûna mirovên ku kesera dawî li ser rûyê wan bicemide, dê rûyê wan geş bibûya.

                Di rojekê de darvekirina 6 kesan, komkujî ye. Di mehekê de 38 kes darvekirin şer li dijî civakê ye. Di nava 6 mehan de ji 100 kesan bêtir darvekirin, sûçê mirovahiyê ye.  Hem jî di welatekî bê şer de; ev  dide xuyakirin ku gel û civak xerab e, dewlet pak e (!) Ji bona vê yekê qaşo dewlet bi xerabiya civakê re têdikoşe. Ev dereweke mezin e, heqîqet berovajîkirin e, rastî nixumandin e. Lê tê zanîn dewlet saziyekî zîhniyeta desthilatdariyê ya li dijî zihin û exlaqê civakê hatiye birêxistinkirin. Bi vî awayî civaka pîroz, xwedî exlaq, kedkar, avaker û watedar ji hemû nirxên xwe yê civakî tê dûrxistin. Ev ne tiştekî ji xweber e, û ne jî tiştekî ji rêzê ye. Bi zanebûn di çarçova plangeriya dewletê de tê tezgahkirin. Di vê wateyê de; feraset û nêzîkatî bi zihniyetê ve girêdayî pêşdikeve.  Ev jî bingeha xwe ji zihniyeta zilamsalarî digire. Dîrok bixwe jî  îsbat dike ku şer tenê bi kuştin, îşkence, zor, tepisandin, girtin û mêtîngeriyê nayê meşandin, qadên din jî wek birêvebirin, siyaset, aborî, perwerde û hwd. têne bikar anîn. Di vê wateyê de dewlet dijminê jin û civakê ye. Rejîma Îranê bi van darvekirina dide diyarkirin ku civak potansiyela tawan û sûç e. Gelo kî ev civak aniye asta potansiyela tawankirinê? Ya rastî di vir de rastiya rejîma Îranê diteyise ku çawa mirovan ber bi tawan ve dahf dide. Hêjayê lêpirsînê ye, gelo madeyên hişbir ji ku tê? Çavkandiya wê kur e?, kî belav dike, fêr dike? Ji vê kî berpirsyar e? emê hesabê vê ji kî bixwazin?. Di rastiyê de muxatebê van pirsan diyar e, lê ev lêpirsîn bêbersiv in. Ji ber dewlet ser dinuxumîne, heqîqetê berovajî dike.

Ev mirov li ser navê “li hemberî ol û xwedê tawanbarin” têne darvekirin û vê yekê bi civakê jî didin bawerkirin. Pir trajîk e berî ku wan darve bikin bi çend rojan dixin şaneyên mirinê. Di şaneyên mirinê de her kêlî bi mirinê dijîn. Paşê bi dizî bi teybetî girtiyên siyasî  piştî  darvedikin û cenazê wan wenda dikin, xeber didin malbatên wan. Hinekan jî li meydanên bajêr ji bo îbret be, li ber çavên gel û zarok darve dikin.

     Ev kesên tên darvekirinn di bin venêrîna dewletê de ne, hemwelatî ne û di bin pergala rejîmê tên birêvebirin. Ruxmê dewleta Îranê di bin kamûflaja mezheb de rûyê heqîqetê vedişêre jî, teqez rojek ji rojan wê rastî derdikeve ser rûyê erdê û hesabê van kiryaran were xwestin. Di nava civakê de gotineke binavûdeng heye“her tişt wextê xwe heye” û herwiha dibêjin “Ti tişt bê lêpirsîn namîne”. Eger di welatekê de civak tevahî tawanbar be, pirsgirêkek pir cîdî ye û pir xeter e.  Eger civak hemû tawanbar be, gelo di vir de para dewletê, rejîm, nûner, an jî rêvebiran çine? Ev mijar qet nayê lêpirsînkirin û ev mirov dide fikirandin; Çi wan dikişîne tawanbariyê? çi wan dibe heta ber darvekirinê? Bi giştî ya dizî ye, yan pirsgirêkên exlaqî ye, an madeyên hişbir e, an cînayet  e. Di vê wateyê de mirov dikare sedemê tawanbariyê bi gelek  xalên cûrbicûr bi rêz bike. Li dewletekê  damarê aboriyê were qutkirin, li cihekî madêyên hişbirinê were belavkirin, li cihekê bêkartî hebe, wê di encam de potansiyela xerabûnê zêde bibe. Ev jî bi destê dewletê bizanebûn tê pêşxistin. Di vê wateyê de dewlet hem sedem û hem jî ji encamê van darvekirinan berpirsyar e. Îranê ji bo hebûna dewlet û artêşê biparêze bajarên bin-erd avakiriye. Bi hezaran kes di wir de dide xebitandin û xistiye bin xizmeta berjewendiya dewletê. Di heman demê de, ev kes wek çîna jor-serdest li ser civakê tên ferzkirin û weke kesên hilbijêr tên teyisandin.

   Kesên tên darvekirin piraniya xwe ciwan in. li gor baweriya dînê Îslamê ciwan `xeşîm`in, yanî bi nezanebûn tevdigerin. Ji bona vê yekê paya efûkirinê didinê. Lê ev rastî li gor qanûn û kiryarên rejîma Îranê çîrok û çîvanok in. Ji ber qanûnên li gor xwe saz dikin, van qanûnan jî li ser civakê şûrê Demokles e. Kî/kê qanûnan pêk neyîne, derveyî qanûnan derkeve, dê bedela wê pir giran bide. Wekî darvekirinên her ku tên pêk anîn. Ew jiyana xwe nadin, jiyana wan ji wan tê girtin. Di baweriya Şîe de jiyan pîroz e, lê di heman demê de ev jiyana pîroz di bin navê mezheba pîroz de tê tarî kirin. Jiyana pîroz li Îranê çima ewqasî erzan bûye? Ji ber li Îranê mezhebperestî, zayendperestî, netewperestî, dewletperestî pîroz e û ev feraset serwere. Ji bona vê yekê mirovên bi vê zihniyetê perwerdekirî ango yên sexte, durû, derewkar, komploger û madîyetger ji wan re pêwîst e û li ser vê esasê kesayetên xwe ava dikin. Kesên bi zihniyeta mezhebperestî, zayendperesî, netewperestî, dewletperestî hatine perwerdekirin û tê gihiştin xwedî mafin ku kiryarên keyfî li ser gel û civakê bidin meşandin. Eynî kes hertim bi guman li civakê mêze dikin, piçûk dibînin, cahîl dibînin û layiqê tiştên baş, xweş û pêşketî nabînin. wek ku dê her kêlî têkevin xerabiyê li wan mêze dikin. Bi vê re girêdayî kê/kî bigrin, îşkence bikin, bikujin di bin navê qanûnên dewletê de, serbest in.

       Di vê wateyê de; tişta mirov dide fikirandin gelo li kêleka van qanûnan, mirov çi îfade dike? Mirovên hemû mafê wî/wê yê jiyanê desteser kiribin, çavkaniyê aboriyê ji dest girtibin, ji malbatê qut kiribin, derfetê perwerdê jê stendibin û ji sibehê heta êvarê ji vir û wir bi dû gepek nan dikeve, di rewşeke çawa de ye? Wek mînak kolberên ku wexta mirov li dîmenê wan meyze dike, bi qasî dîmenê sêdaran dilê mirov jan dike. Ew kalên temen mezin di wan gir û çiyayan de barê giran radikin û bi tirs dimeşin, hîseke wîjdanê mirov dixe tevgerê. Di rêyên ser sînor de gelek caran ji aliyê leşkeran ve têne gulebarankirin.  An jî yek hedefê wan heye, gepek nan ji bo mal û zarokên xwe peyda bikin. Mirov pir rehet dikare bêje ku tekoşîna nan dikin, lê ev tekoşîna nan jî ji ber ne li gor raya dewletê tê kirin, qedexe ye. Mentiq wiha ye, hîs nakin û wîjdan nîne. Eger hîskirin û wîjdan nebe, divê li wir mirovbûn jî gûmanbar be. Di vê wateyê de sedema darvekirinan, sedema qeyrana aboriyê, sedemê kolberiyê û her wiha nakokî û aloziyên civakê hê zêdetir dike.

Îro ji ber vê gelê eyaleta Xûzîstanê bi pêşengtiya Ehwazê, ji bo nebûna avê rabûne ser pîyan û ev serî rakirin pijiqiye gelek bajar û bajarokan. Ev ne cara yekê ye, em dizanin pêkhateyên civaka Îranê li hemberî siyaseta dewletê bi bertek û acize. Ji ber civak ewqasî guvaştiye, êdî derfetê jiyaneke asayî jî nemaye. Dibe her carê bi hincetekê radibin, lê esas sedemê rabûnên  wan nakokî û nerazîbûna li hemberî dewletê ye. Îro gelê Ehwazê di bin navê nebûna avê de rabûne, lê sedem tenê ne ev e, jiyan bi aloz e, qeyranên giran heye. Her sal û heta meh gel dubare li hemberî rejîma Îranê bertek û nerazîbûnên xwe derdixin der. Heta di encama van serîrakirinan de gelek xwepêşander rastê lêdan, îşkence û girtinê dimînin. Di vê wateyê de divê herkes serîrakirina gelê Ehwazê destek bike û her der bibe Ehwaz. Ev bertek û serî rakirin pir bi nirx û hêja ye. Çima? Ji ber ku mafê herkesiye doza mafê xwe bike û xwe biparêze. Deng û rengê gel çiqas bihêz bibe, dê dewlet ewqas lewaz be, deng û rengê civakê çiqas lewaz bibe, wê dewlet ewqasî bihêz bibe. Hêzbûna dewletê hertim xwe dispêre bêdengî û bêrengbûna civakê. Ji ber dewlet xwe li ser xîzan û lewaztiyê civakê bihêz û rêxistin dike. Ji bo dewlet vê zemîn û firsendê nebîne, divê gel û civak di nava yekîtî, biratî û şêwirmediyê de tev bigerin û rêxistinên xwe xurt bikin. Di vê wateyê de tekoşîn û tevgera gel û civakê çiqasî birêxistin be, dê serkeftin bibe ya gel û civakê. Çavkaniya serkeftinê rêxistin û hevbeş li maf û nirxên xwe xwedî derketin e.