Navenda Çapemeniya YRKê, derbarê bûyera 19-6-2021 de agahiya berfireh da

Weke tê zanîn 19-6-2021 li gundê Asosê, girêdayî Şarbajar êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker çêbûbû, di vê êrîşê de du hevalên me yên jin gihaştibûn şehadetê. Wekî tê zanîn ev her du hevalan dema ji erka xwe vedigeriyan, rûbirûyê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker hatin û şehît ketin.  Derbarê her du hevalên me yên şehîd de agahî bi vî rengî ne

  Nav û Paşnav: Mahiye Açik

Kod: Ada Îmrali

Heval Ada, li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê çavê xwe li dinê vedike,  di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên gerîla dibe. Bi sekn û tevlîbûna xwe ya xurt di gerîlatî de zû pêş dikeve, weke jineke Kurd li beramberî her cure nêzîkatiyên sîstemê xwedî sekneke xurt bû, bi coş û moraleke bilind tevlî dibû û hem di têkoşîna xwe ya li hemberî seknên kevneşop de hem jî têkoşîna li beramberî dijmin de xwedî israr û îradeyeke xurt bû. Ji ber vê di temenê xwe yê ciwan de bi berpirsiyar û fedakar tevlî her xebat dibû. Weke jineke gerîlayê Kurdistanê berê xwe dabû Rojhilatê Kurdistanê, ji bo pêkanîna xewn û xeyalên hevalên xwe yên şehîd bi bîr û baweriya Rêber Apo têkoşîn meşand. Di pîvanên jina azad û jiyana azad de xwedî sekneke berbiçav û israr bû.

Nav û Paşnav: Roha Racî

Kod: Ekîn Rojava

Heval Ekîn li bajarê Şoreşa Mirovahiyê Rojava, Hesekê ji malbateke welatparêz tê dinê. Di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadî nas dike û di nav şoreşê de mezin dibe. Li vir rastiya Kurd û rastiya dijminê xwe bi rengekî pir sotîner dibîne, pêwîst dibîne ku mîna jin û ciwaneke Kurd çi berpirsiyartî dikeve ser milê xwe pêk bîne. Di pêvajoyeke wisa de ku dijminên dagirker li beramberî gerîlayên Kurdistanê êrîşeke topyekûn bi rê ve dibin ku gerîlayên azadiyê ji hemû mirovahiyê re bûye hêviya jiyaneke azad, bêteredut berê xwe dide wargehên azadiyê. Çawa ku jinên Kurd, jinên Rojava ji bo hemû jinên mirovahiyê re bûn hêvî û sembola pêşerojeke azad, Heval Ekîn biryar dide ku pîvanên milîtantiya Apocîtî bi rengekî herî xurt di kesayeta xwe û hevalên xwe de ava bike û baş dizanî ku li beramberî dijminên dagirker encax sekneke bi vî rengî dikare ser bikeve.

Heta roja şehadetên xwe jî heval Ada û heval Ekîn li ser esasî avakirina jiyana azad û bûyîna layiqê şehîdên qehreman bi israr û îdîa têkoşîn meşand û ji bo hevalên xwe bûn çavkaniya hêz û moralê.

Em jî weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê careke din ji malbatên şehîdên xwe re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin, ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan soza bilindkirin û serxistina têkoşîna wan didin.

DERBARÊ ŞEHADETA 3 GERÎLAYÊN LI ŞAHO ŞEHÎD KETÎ DE

Bi taybet demekî ye, dewleta dagirker a Îranê bi rêya komplo û cehşên herêmê hewl dide, derbe li hevalên me bide, her çi qas gerîlayên me ji bo pevçûnek dernekeve hewl bidin jî cih cihana rûbirûyê komplo, kemîn û êrîşên dewleta dagirker a Îranê re tên. Wek tê zanîn di dîroka 15-6-2021’î de li gundê Sûreto girêdayî Şaho, dema hevalên me li ser erka xwe ya rêxistinî ne, rûbirûyê êrîşa dijmin tên. Dijmin destpêkê bi çekên giran û topbaranê û piştre jî bi gelek leşkeran êrîş dike. Di vê demê di navbera hevalên me û dijmin de pevçûnek diqewime. Di vê pevçûnê de sê hevalên me heta dawî bi qehremanî şer dikin û şehîd dikevin. Navên hevalên me yên ku şehîd ketine bi vî awayê ye; Şehîd Şêrko Rojhilat, Şehîd Sîrwan Alanî û Şehîd Hêja Sine ye. Her wiha derbarê wendahiyên dijmin de agahiyeke zelal nîn e

Heval Şêrko Rojhilat di sala 2015’an de beşdarî refên gerîla dibe, bi taybet piştî sêdarekirina Mamoste Ferzad Kemanger dikeve nav lêgerînê, ji ber mamosteyekê Kurd bo zarokên Kurd perwerde dike û hewl dide erkê xwe yê welatparêziyê pêk bîne, ji aliyê sîstema faşîst ve tê sêdarekirin. Ev ser Şêrko bandorekî pir kûr ava dike û ji xwe re soz dide ku di rêya Mamoste Ferzad Kemanger de têkoşîn bimeşîne. Helbet di heval Şêrko de bi civakîbûna xurt a mîna şagirtê Şehîd Ferzad Kemanger di nav gerîla de pir zû pêş dikeve û bi rûyê xwe yê rûken û hevaltiya xwe ya germ, ji aliyê her hevalekî û gelê Kurd ve di demekî kurt de tê hezkirin. Bêhesap tevlîbûn û dilpak û dirûst nêzîkbûna xwe ya li beramberî her erkê rêxistinê di demekî kurt de bû milîtanekî rast ê Apoyî. Dîsa kîn û nefreta wî ya beramberî dijmin hebû û li beramberî her cure kêmasiyan bi wêrekiyeke mezin tevdigeriya û tawîz nedida. Di giştî gerîlabûna xwe de tu carî bi dudilî hareket nekir, bi israr û îradeyeke xurt gerîlatî meşand û ew jî wek hevalên xwe yên şehîd bû pêşengekî gelê Kurd.

Hevalê me heval Sîrwan Alanî di nav malbatekî welatparêz de tê dinê, mîna her ciwanê Kurd, zulm û zordariya dijmin qebûl nake û berê xwe dide refên gerîla. Heval Sîrwan bi rihê xwe yê welatparêziyê û girêdanbûna xwe ya jiyanê û hevaltiya xwe ya bi xurt dihate nasîn. Ji ber vê yekê di nav gerîla de di demekî pir kurt de pêş dikeve û berpirsiyartiyên girîng digire û her erka ku rêxistinê dayê, bêyî îtîrazek bike an jî dudilî bêjî bi serkeftî bi cih tîne. Di nav gerîla de bêwestandin û bi sebreke mezin gerîlacîtî kir û li hember jiyana şehîdan bi tu awayî kêmasiyek qebûl nedikir, ji ber wê hevalên wî her tim wî weke serhildêrek pênase dikir. Ev serhildêriya wî dihişt ku li hemberî dijmin seknekî xurt ava bike û pêşengatiya serdemê bigire ser milê xwe.

Ji bo heval Hêja Sine ji bajarê xwînawî Sinê ye û di sala 2016’an tevlî refên gerîla dibe. Bi taybet hê di temenê xwe yê biçûk de dikeve nav lêgerînan. Dema li malê behsa Tevgera Azadiyê tê kirin bi meraq û heyecaneke pir mezin dixwaze, rêxistinê di demekî kurt de nas bike. Ew jî weke her zarokê Kurd, bi çîrokên qehremanî û Kurdistanê mezin dibe. Ev dibe sedem ku hem dijminê xwe zêdetir nas bike û hem jî ji bo bikaribe vê çarenûsê biguherîne dikeve nav lêgerînan. Hevalê me yê heval hêja di temenê xwe yê biçûk de tevlî kar û xebatan dibe û xewn û xeyalên xwe bi tevlîbûna gerîla yanî refên azadiyê pêk tîne. Di nav gerîla de bi coş û heyecana xwe her tim ji hevalên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Heval Hêja li beramberî jiyana partî her tim bi edelat û mutevazîbûna xwe xwedî sekneke mînak bû û lewma bi kedekî mezin tevlî kar dibû û erzan jiyankirinê ne ji bo xwe ne jî ji bo tu kesî bi tu awayî qebûl nedikir. Her çi qas heval di temenekî ciwan de bi qehremanî şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemir bû jî di nav gerîla de di demekî pir kurt de bû sembola tolhildan û têkoşîna ji bo jiyana azad.

Em weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê di serî de malbatên heval Şêrko, Sîrwan û Hêja û hemû gelê Kurd re sersaxî dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.

şehîd Ada Îmrali

şehîd Ekîn Rojava

şehîdên şaho

şehîd Şêrko Rojhilat

şehîd Sîrwan Alanî

şehîd Hêja Sine