YRK derbarê şehîdbûna gerîlayekê de agahî da

Weke tê zanîn, demekî dirêj e, dewleta faşîst û dagirkerê Îranê, li beramberî gelê me û gerîla êrîşeke topyekûn daye destpêkirin. Bi taybet li beramberî gelê me girtin, binçavkirin, tiryak û fihûş ve dixwaze civakê perçe bike. Her wiha dîsa li beramberî gerîla jî ruxmê her hewldanê hevalên me ku ji bo pevçûnek dernekeve jî bi rêya kemîn û operasyonan hewl dide derbe bide.

9-6-2021 li Herêma Mûkriyanê li bajarê Banê gundê Binexwê dema hevalên me diçin ser erka xwe, li vir cehşê dijmin kemîn davêje û di vê kemînê de hevala me Rêvan Zagros şehîd dikeve.

Em di serî de ji malbata şehîd Rêvan û gelê Kurd re sersaxî dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna şehîdên xwe didin.

Derbarê Şehîd Rêvan Zagros de

Hevala me ya Rêvan Zagros li sala 1995ê de metropola Stenbolê de dayikbûye. Di eslê xwe de malbatekî  wê ya welatparêz li Kerboranê û ji eşîrê  Xelîliyê ye. Heval Rêvan sala 2011 destpê xebata ciwanan dike. Ew bi xwe ciwaneke dinamik û wekî civayê tevdigeriye. Jêhatibûnê xwe ya musîk û tiyatroyê re yekî balê dikişîniyê.

Hevala me ya Rêvan Zagros her diçe hê zêdetir dikevî ferqê ku welatê wê de şerekî pir giran û qîrkirinekî dijwar tê jiyîn. Ew jî wekî hemen her ciwaneke Kurd nêrîn û felsefeye Rêber Apoyê dinase. Her diçe komployê girankirî yê li ser Rêber Apo bandoreke kûr li ser çêdike. Ew jî rêya şêhid û pakrewanan digre. Sala 2014’ê de, di dilê xwe de evîna welat bere xwe dide çiyayên azad. Ew êdî gerîlayê çiyayên Zagrosê ne.

Hevala me ya Rêvan bi taybet bi coş û kelecanê xwe ve dihat nasin. Ruhê wê zarokatî carekî din di çiyayên de şîn bûbû. Heçkû carekî din çiyayên Zagrosê wê anî bû dinyayê. Her pir bi hezkirî tevlî jiyanê dibû. Bi herkesî re li ser esasê hevaltiyê têkiliyên xwe datanî. Di dilê hevalên xwe de cihê xwe zû çêdikir. Xwînşirîn û ruhsivîk bû. Berê her tiştê hevalên xwe difikir û pişt re gav diavêt. Felsefeya gerîla ya yek loqma yek xirka, di kesayatê wê de pir bi xwezayî rûniştî bû. Kesayetekê sade û pak bû.

Hevala me ya Rêvan di qadên gerîlayê de cihên herî zehmet yên çiyayên Şaho, Ciwanro de gerîlatî kiriye. Ew coş û kelecanê xwe ve li pêşiya hevalên xwe de dimeşiya. Terz û pêkhatîbûnê xwe re bandorê xwe li ser kar û xebatên de dikir. Di aliyê gelê me ya Rojhilatê ve pir bi ji dil dihat hezkirin. Heval Rêvan xwedî mesûliyet bû. Di asta fermandariya timê de berpirsyartî hilgirtibû ser milên xwe. Bi jêhatibûnê xwe ve xwedî seknekî pêşeng bû. Bi taybet jî wekî jinekê hewldanê wê ya fermandartî de pir bi îddîa bû. Her xwest ku wekî fermandarekê jin bibe wîcdanê gelê xwe û felsefeya Rêbertiyê bibe gelên xwe. Her car bi vê dilsozbûnê xwe re, bi wêrekî gavên xwe avêt. Hêrsekî wê ya li hemberê zilm û sextiya dewleta Îran hebû. Ji bo gelê Kurd azad bijî xwe da û her fedakariyê rakir ser milên xwe.

Hevalan me ya Rewan bersîv bû ku Jinekê Apoyî divê çawa jiyan bike? Em jî li ser vê bersiva wê bimeşîn ta ku Kurdistan azad bibe têkoşînê xwe bê navber berdewam bikin. Em soz didin heval Rêvan ku xeyal û arzûyê wê pêk bînin û ala şehîdê her tim bilind bikin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Navenda Çapemeniya YRK

18-6-2021