sêzdemîn dewra hilbijartinê serok komarî û şeşemîn dewra hilbijartinên encûmenê gund û bajaran di rewşek de destpê dike ku nêzî çil sal tekane mijarek ku di karnama pergala mitleq a komara vilayî têne dîtin, faşîsm, asîmîlasyon, serkut kirina serhildanan, kuştin û dijayetî bi her cûre derfertên azadî û demokrasîxwazîya civaka sivîl kirîye û ev nêzîkatî her berdewame. Hemû hewildanê pergalê ewe ku bi propagandaya gîştî û muhendisî kirinê, hilbijartinek nimayşî nîşan bide lê berêvê hemû encam dîyar kirine. Cîyawazîya ev hilbijartina wê dewrê pêşxistina rûyek eskerî tundrew û hakim ser wê ye ji ber hem di alîyê gel û hem reqîbên hejmonîya cîhanî xeterî dibîne.

Rêzbendîya pergalê bi bazdana tundrewa ji bo bi destxistina  desthilatdarîyê li gorî bernama geş kirina şer pêş diçe. Hetta ji bo zîndî kirina bercam ê îdîaya rakirina tehrîma ku tu elaqa xwe bi mafên demokratîk a gelan nîne nayê watayê bi dawî hatina şer, çimkî îran hem di warê hundirîn hem derwe tenê li hevdike ne îmaza kirina peymana ê çareser kirina bingehîn a qeyrana. Îrana heyî di şerek bi karakterek belave deye ku ji qada eskerî jortir, di hundir bi şêwazê gur kirina mîlîtarîsm û kûr kirina qeyrnan xwe daye der. Pergala heyî di rewşek kûr a qeyranê civakî, sîyasî, aborî, îdeolojîk û çandî deye û kontrol kirina  buhrana ji destê wê der çûye. Ji bo wê jî tepisandina azadîyên civakî, sîyasî û fetisandina kamil a her dengê azadîxwazî, rojane ji tirsa teqîna yekcar a civakê li dijî jênehatî bûn û zilm kirina pergala heyî kirîye hêla xwe ya stratêjîk.

Bingeha çareser kirina mesela jin di rojhilatê kurdistanê girêdayî çareserîya sîyasî a mesela kurd û pirsgirêkên bingehîn a civakê yê, ne hilbijartin. Dij bi jinî yek ji lingê stratêjîk a hebûna pergalê bûye û di salên derbas bûyî jin ji her kesê zêdetir bi tepisandin û înkara azadîyê û hebûnê re rûbirû mane. Tekane rê, vegerandina kamil a mafên demokratîk bi şêwazek radîkal bi jinan û guhertina pêkhateya zilamasalar a heyî û lewma zagonê bingehîn dibe asteng.

Pirsgirêka kurd-lor û pirsgirêkên netewên ereb, azerî, belûç û netewên din ji pirsgirêkên sereke ê meselên îranê ye. Nêzîkatyê rejîma îranê li hemberî pirsgirêka kurd wek berê mîlîtarîsm û qir kirina çandî û sîyasî ye û guhertinek herî biçûk jî nayê dîtin. Pergala mutleq a vilayî û balên wê wek radîkaltirîn forma faşîsm û şovenîsm li dijî nasname û hebûna gelê me di salên derbas bûyî şuxilîne. Ev di halek deye ku KODAR Û PJAK bi dîyar kirina xeta sê û konfederalîsm û netewa demokratîk, nîyetê xwe yê azadîxwazî vekirî îspat kirîye. Di rewşek wisa xirab, çûyîna civaka sivîl û netewên bindest ser sindûqê hilbijartinê di Rastîde av ji aşê pergalê qirker anîne ku ev tê watayê întihar û xwekuştinê.

Pergala faşîst bi şêwazek xapînok hilbijartinê encûmenan bi hilbijartinên serok komarî hemwext kirî ta rêja tevlêbûna gîştî di çavê cîhanê û ragihandinan berfireh û jor nîşan bide û her tevlêbûn di refên encûmenan wek hilbijartina serok komarî û xwestek bo pergalê nîşan bide. Tekoşîna demokratîk a civakê demdirêj û hunermendane ye, gel bixwe hêza wê ya teşxîs û hilbijartinê heye lewma divê gelê me bixwe di qada encûmenan derfet ji bo xwe dest bixe û destê rejîmê li qada encûmena  kurt bike.

Bê guman her dengek gulleyek ber bi kolberan, dara îdamê û biçûk xistina jinan û têk birina jîngehê ye. Wek ‘civaka demokratîk û azad a rojhilatê kurdistanê, KODAR û partîya jîyana azad a kurdistanê, PJAK’ li gorî pirsgirêkên jor û bawerî bi tekoşîna demokratîk û radîkal a gelan û nebûna zemînê hilbijartinek azad û demokratîk, bi şêwazek vekirî sêzdehemîn dewra hilbijartina serok komarîya îranê baykot dikin û sedemên ku li jêr tê vekirî dîyar dikin:

1- zêdetirî çil sal zilm û zorî, qir kirina çandî, sîyasî û aborî bi şêvazek kirêt li alîyê pergala vilayî a îranê berdewam  kirîye û guhertinek herî biçûk jî nehatî dîtin, mafên netewên jêr zilm kurd, lor, ereb, azreî, belûç û … binpê bûye. Têgînin azadî û demokrasî li gel rayedarên pregalê tu nirxê xwe nîne û li pêşketinên gîştî û hemseng yê hemû netewên bindest bûye asteng.

2- di pêvajoya hakimîyeta pergala ‘komara vilayî’ hemû serhildanên gelan serkut bûye û yê ku   serî hildane jî di ax û xwînê de hatine gevizandin. Serhildanên zivistana sala 96 û payîza 98 ji mînakên eşkere û dîrokî di karnameya reş a rejîmê ye. Piştrast kirina hilbijartinek din tê watayê serkut kirina dubare a gelan û opozîsyonên gîştî îranê.

3-gelê îranê li vê pergalê pir aciz û nerazîne û bi serhildanan di salên derbas bûyî û xwepêşandanên rojane ê hemû nifşan ev tişt eşkere nîşan dane. Lewma divê em rêz bigirin vê helwestê gelan û li gorî wê, baykot kirinê wek nêzîkatîyek demokratîk radîkal dibînin.

4- nêzîkatyê rejîm û hemû balên wê li hemberî mesela kurd wek hev, faşîstî û dijminane ye. Niha jî dev ji stratêjîya qirkirina çandî û sîyasî û hwd li ser esasê sîyaseta asîmîlasyon û entegrasyonê bernedaye û bi hebûna pirsgirêka kurd wek mezintirîn pirsgirêka sîyasî a welat îtiraf nekirîye. Berdewame bi mîlîtarîze kirina kurdistanê û her sal êrîşê xwe yê leşkerî taybet di heremên hundirîn ê  rojhilatê kurdistanê li dijî hêzên gerîlla didomîne û pêlên binçav kirin, zîndanî kirin û îdaman taybet dijî çalakên jîngeh û civaka sivîl û kuştina kulberan zêde bûye û gihîştî astek metirsîdar. Şerxwazîya rejîmê berdewam bersivek bûye bi neqşe rêya demokratîk û aşîtîxwaz a KODAR û PJAK û dijberîya vexwazîyên demokratîk ê gelê kurd.

5- rejîma heyî stratêjî û bernameyek wê  rêkûpêk ji bo çareser kirina bingehîn a qeyranên civakî, aborî, jîngehî, çandî, îdeolojîk û hwd nine lê hewl dide qeyranan bi onsurên hundir û derweyî sazîya desthilatdarîya xwe û ji bo çareser kirina wan xwe berpirsyar nabîne. Hemû qeyran gîhiştine asta kaos û teqînê, ji ber  hêza civakê a  tahamula zextên giran nemaye.

6- hemû nifşên civakê wek ciwan, jin, karker, karmend û rewşenbîr di qeyranê saxte ê rejîmê de di rewşek dijwar ji bo bi dest xistina azadîyên xwazayî ê dabîn kirina debara jîyana xwe de giriftarin û berdewam tên tepisandin. Rejîm bi asteng kirina azadîya, înkar kirina mafên demokratîk û zêde kirina cezayan; civak ber bi fetisandinêwe dibin. taybet nerazîbûn û îtîrazên karkeran û tevgerên sivîl û xweser a karkeran bi şêwazek gîştî êşên pir zêdê girtine ser milê xwe û hemû mafên wan hatine binpê kirin lê dîsa jî nerazîbûnê wan berdewamin û ew tê watayê ne meşrû zanîna pergala heyî ji alîyê hemû karkeran. Di rewşek ku divê tekoşîna gîştî civakê li ser stûna tevgera ciwana pêşde biçe Para ciwanan tenê bûye binçav kirin û îdam.

Rejîma teokratîk û zilamsalar a rayedarên desthilatdarîyê, bi zêde kirina dijayetî bi jin hemû derfetên xwazayî ji bo bi dest xistina azadî ji jinan girtî û hemû qadên rêveberî, biryarsazî, biryar girtin, piratîk, sîyaset û zagonsazî ji bo jinan asteng kirî. Meyzandinê dijminane ê zilamsalar û cinsîyetparêzi bi jinan di pergala heyî, bûye sedemê serkut kirin û derêxistina jinan. Tekoşîna demokratîk û radîkal a jinan tahamul nake û bi îdamê bersiv dide.

8- rûyek leşkerî û şer daye sêzdehemîn dewra hilbijartinê serok komarî a  meha hezîrana sala 1400 ku agahîya kûr bûna şerên hundirîn û derwe, qirkirin, serkut, zext, înkar, tirs, dijbertî a jinê, ferdperestî, zîndan û îdamên zêde di kêleka buhranê ku gîhîştîye asta teqînê ye. hebûna gel di hilbijartinê wek amûrekî bi kar tînin.

Hilbijartinê gund û bajaran

Civaka demokratî û azad a rojhilatê kurdistanê-KODAR  û partîya jîyana azad a kurdistanê-PJAK bi bawerîya tekoşîna demokratîk  a civaka îran û rojhilatê kurdistanê, nêrînê wê derbarê hilbijartinê encûmenan bi mile esasî mafê gelê me û hewildana hemû nifşên civakê derweyî qada pêkkhateya hakimîyetê, kûr bûye. Lewma hilbijartinên encûmenan û mijara tevlêbûn yan baykot em wek mafek azadane dispêrin civak û gel bixwe.

Hilbijartin ne her tişte. Lazime tekoşîna demokratîk a gelan û kolan bi şêvazek hevgirtî bi refên karkeran, jinan, ciwanan, karmend, rewşenbîr û hemû nifşên azadîxwaz û demokrasîxwaz wek fermanek der hilbijartin pêş bikeve û bi yekîtîyek gîştî bi şîara ‘ na ji bo îdamê, erê ji bo demokrasî’ were rêxistin kirin. Bi hêz kirina bizava tekoşîna demokratîk, stratejîya bingehîn a gelane. Li ser vê esasê tenê  baykot kirina hilbijartinê têrê nake û divê rêxistin kirina gelan ji alîyê wan bixwe bibe tewera tekoşîna demdirêj a demokratîk û radîkal.

Civaka demokratîk û azad a rojhilatê Kurdistan- KODAR

Partîya jîyana azad a kurdistanê- PJAK

11.05.2021