Me di dîroka 29-30ê Adarê 2021 li Qelaya Şehîdan herêma Bagok-Mêrdînê agahiya şehadeta Fermandarê eyaleta Mêrdînê Hewram Awyer bi navê Hasan Mahmûdî girt. Li Herêma Jawero Gundê Bizlane di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê û li vir mezin bûye. Demeke dirêj li Rojhilatê Kurdistan gerîlatî kir, kar da meşandin. Her tim di nava gel û hevalên xwe de bi sekin û pratîka xwe bû pêşengekî fedaî yê Apoyî. Heya dawiyê girêdayê Serokatî û gel bû. Bi vê sekn û jiyana xwe di gerîlatî de bû pêşengek û li beramberî dijmin, li hemberî êrîşên dijî gelê Kurd tên meşandin, şer û têkoşîneke bi rûmet û mezin meşand. Li Rojhilat heya Bakur di asta herî jor de xwe tevlî şoreşa azadiya gelê Kurd kir. Rola xwe leyîst. Ji bo serfirazî û rûmeta gelê xwe li ser axa Kurdistanê bê teredût, bi coş û kelecaneke mezin meşiya. Bû fermandarê demê yê Şerê Gelê Şoreşgerî. Bêguman em ê çeka vî şoreşgerî mezin li erdê nehêlin ku ji niha ve bûye remz û sembola welatparêzî û berxwedêriya Rojhilatê Kurdistanê. Li Rojhilatê Kurdistanê, di pêşxistina gerîlacitî û bidestxistina azadiya gelê xwe de, layiqê ked û emekê rêhevalê xwe, fermandar Hewram Awyer bibin.  Em ê heya dawiyê di bin fermandariya şehîdê Nemir Hewram Awyer de bimeşin. Di serî de ji malbata wî, gelê Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê re sersaxî dixwazin û dibêjin riya şoreşê, wê bi Hewram Awyer’an re ronî û geş bibe.

Fermandariya YRK

06.05.2021