Di vê pêvajoya derbasbûyî de hêzên mêtînger û dagirker ên dewleta Îranê bi balafirên keşf, helîkopter, bi top û operasyon li beramberî hêzên me yên gerîla pêş xistiye. Di 18ê Nîsanê de li herêma Dîwandere li gel helîkopteran dest bi operasyonê kiriye. Di vê operasyonê de gira Biharwend ku par girtibûn û ji ber demsala zivistanê berdabûn dubare girtiye. Hêzên me ji bo pevçûnek dernekeve bi hesas nêzîkatî raber kirine.

Dîsa 21ê Nîsanê de girêdayî Merîwanê li mintiqaya gundê Akçe hin grûbên cahş ên girêdayê dewletê li hemberî gerîlayên me kemîn avêtine, di wê esnayê de gerîlayên me ku li ser erka xwe bûn, ew ferq dikin û di navbera hêzên me û cehşan de pevçûnek derdikeve.

Di vê pevçûnê de weke tê zanîn di serî de Şehîd Zîlan Pepûle, Şehîd Tolhildan û Şehîd Agir Ûrfa û di şehîdxistina dehan pêşmerge û însanên me yên welatparêz de kesên ku destê wan di xwîna van însanên me de bûne hatine cezakirin. Bi taybet cehşê bi navê Osman Cihanî, Nasir û cehşeke din ku me navê wî tespît nekir 3 cehş hatine kuştin û hin cehş jî hatine brîndarkirin.

Ruxmê êrîşên van çete û cehşên girêdayî dewletî gerîlayên me ji bo pevçûnek dernekeve bi baldarî nêzî pêvajoya agirbestê bûye. Piştî vê şûnde jî heta hêzên dewletê û grûbên cehş êrîşê gerîlayên me nekin, dê vê pêvajoya agirbestê bidomînin. Li beramberî hêzên ku êrîşê me dikin, di bingehê parastina rewşa de em ê bersiva pêwîst bidin.

Di van pevçûnan de tu wendahiyên hêzên me çênebûne û bi sexlemî gihaştine cihên xwe.

Ragihandina Çapemeniya YRK

25.04.2021