Di kesayeta şoreşgerê mezin rêheval Qasim Engîn de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û êrîşên li ser gelê Kurd, şervanên azadiyê ku bi destê rejîma dagirker ya Tirkiyê û hevkarên xayîn pêk tê, bi tundî şermezar dikin û dîyar dikin ku hesabê her cure tundî, talan, qirkirin û zilmê yek bi yek were pirsîn û em jî wek PJAK girêdana xwe bi rêya şehîdên azadiyê, daxwaz û armancên wan dupat dikin.

Dewleta dagirker ya Tirkiyê bi hevkariya hêzên xayîn û noker di salên dawî de li başûrê Kurdistanê êrîşên xwe li beramberî şoreşgerên azadiyê zêde kirine û di vê navberê de gundên başûrê Kurdistanê têne bombe barandin, kesên sivîl jî têne şehîd kirin, erdnîgariya Kurdistanê tê talankirin û gelê me mexdûr dibe. Ev jî beşek polîtîkaya qirker dagirker ya faşîzma dewleta Tirkiyeyê ye. Li bakûrê Kurdistanê dewleta faşîst ji ber berxwedan û têkoşîna mezin ya gerîlla rastê astengiyên cidî hatiye, jixwe sîstema siyasî û aborî ya Tirkiyê di nav krîz û qeyraneke kûr de ye. Di rewşeke wiha de, Tirkiyê li herêmê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê di hewldana dagirkerî û îşxalê de ye. Hêza ku li beramberî vê faşîzmê disekine gelê Kurd û pêşengên wê yên azadiyê ye. Ji hêlekê ve dixwaze şoreşa azadiyê ya gelan li Rojava bifetisîne, ji bo vê hevkariyên herî qirêj bi hêzên navnetewî re dike û çeteyên hov yên bixwe perwerde dike li herêmên Kurdan bi cîh dike û rojane qirkirinan dide kirin. ji hêla din ve jî li Başûrê Kurdistanê destkeftî, mîras û danehevên bi xwîna hezaran şehîdan hatine afirandin, ji ber nêzîkatiyên hevkar û nokerî yên hêzên Kurd tune dike, dixwaze hêzên Kurdî bîne rûbirûyê hev û ger bibe şereke navxweyî jî pêş bixîne. Li herêma Asos a ser bi Mawet girêdayî Silêmaniyê di 26 ê Gulanê êrîşek ji hêla balafirên bêmirov pêk hat û di encamê de du rêhevalên me gerîlayên YRKê û 3ê welatparêz şehîd bibûn. Vê êrîşê jî nişan daye ku hedefa faşîzma Tirkiyê bi gerîlayên PKKê re sînordar nîne û hemû Kurdên azadîxwaz û têkoşer hedef dike.

Gerîllayên azadiyê yên Kurdistanê çawa ku di pêvajoya êrîşên DAÎŞ’ê xawendarî û parastina axa pîroz ya welat û gelê Kurd û herêmê kirin, bi heman bawerî, îsrar, coş û îmanê di nav berxwedaniyeke mezin de cîh digirin û ji bo bihostek axa welat di nav pençeyên qirêj ên dagirkeran de nemînin, dê têkoşînê heya serkeftinê bilind bikin. tê dîtin ku gelê Başûrê Kurdistanê jî di ferqa nirxên xwe yên giranbuha gerîlayên azadiyê de ne, gêrîlla tezmîna ewlehîya xwe dibînin û li beramberî dewleta Tirk ya faşîst sekeneke birûmet ya berxwedêr raber dikin. Lê belê hewce dike ev têkoşînê bigihîje radeyekê ku dawî li baregeh û navendên leşkerî û MÎT’ê ya Tirkiyeya faşîst were.

Çawa ku di bûyerên beriya vê de, di bûyera şehadetên li Asosê jî rayedarên herêmê bêdeng mane, ji tu bangewaziyan re bersiv nedane û çavên xwe, guhên xwe li daxwaziyên gel û rêxistinên azadîxwaz girtine. Lê divê êdî berpirsyariya xwe raber bikin. Ger ji vir pêve hêzên Herêma Başûrê Kurdistanê û Dewleta Iraqê li beramberî van êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bêdeng bimînin, dê ev bêndengî neyê qebûlkirin û di wateya hevkariyê de were hesibandin. Lewre di serî de hêzên li başûrê Kurdistanê partî û rêxistin pêwîst dike xwedî helwest û bertek bin. Berpirsyariya xwe pêk bînin û ji bo bûyerên terorê li Başûrê Kurdistanê dubare nebin, dewleta Tirkiyê ji axa başûrê Kurdistanê bikin derê.

Helwest û nêzîkatyê dewleta îranê ne ji wan bûyeran qute û di nav hemû konseptê li dijî kurdan û tevgera azadîya kurdan cîh digire. Ev kiryar di şexsê zîndanîyê sîyasîyê kurd jî xwe dide der. Di rojên dawî de belav bûna vîrûsa krona li zînadnên îranê hovîtîya rejîma îranê careke din eşkere kir. Piştî tebyîd kirina heval Zeynep celalîyan li zîndana Xoyê ji bo zîndana Qerçekê weramîn û bi nexweşya krona ketina zîndanîya sîyasîya kurd û zîndanîyen din  li alîyê raya gîştî bertek hate nîşan dan. PJAK vê rewşê wek rewşek naînsanî dinirxîne û divê dewleta îranê der hal ji bo tedawî û azad kirina wan hevalan tevbigere. Her wiha hemû rêxistinê mafê mirov û ray giştî ji bo azadîya zîndanîyê sîyasî ku di rewşek nalibare bikevin liv û tevgerê.

Herwiha hemû gelê me, gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî bi xwedî derketin li nirx, bîranîn, berxwedana girtîyan di her çar berşên kurdistanê û armancên şehîdan, erka xwe ya welatparêzî pêk bînin. Rêheval Qasim Engîn di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî ked, enerjî û berhemeke pir mezin bû. Di her kêliya jiyana xwe de hezkirin û girêdan bi ax, kevneşopî, dîrok û heqîqeta welat anî ziman û jîya. Emê jî di hemû saheyên têkoşînê de bi şopdariya şoreşger, fermande Qasim Engîn erka xwe ya pêkanîna Kurdistana Azad û yekîtiya netewî

 di Rojhilata Navîn ya demokratîk de bi cih bînin.

Bijî Rêber Apo

Şehîd Namirin

Bijî Azadî û Demokrasî

Bimire Xiyanet û Dagirkerî

Meclîsa PJAK

2020-06-10