Li hember destkeftiyên gelê Kurd, dewletên dagirker, her tim di nav êrîş û qirkirinê de ne, bi taybet dewletê faşîst û dagirkerê Tirk, li hember nirx û deskeftiyên gelê Kurdistan û Tevgera şoreşgerê Kurdistanê li her çar perçeyê Kurdistanê dike. Bi awayekî din hedefê dagirkerê Tirkiyê, teslîmgirtin û tunekirina hemû Kurdan e, bêyî ku cûda bike, li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava destdirêjiya xwe didomîne. Mixabin vê dagikeriyê, bi alîkarî û bi rêya Kurdên xaîn, pêk tîne. Di vê çarçoveyê de şeva 26ê Gulanê seat 23:45’an de dema du hevalên me û 3 welatparêzên Kurd ku ji mêvandariya hevalan hatibûn di nav seyareke sivîl de ne, li herêma Asosê, gundê Sefrê de, bi koordîneyê balafirê keşfê, bi bombardûmana balafirên şer têne şehîdxistin. Ev êrîş careke din îspat kir ku bêalîkariya kesên xaîn, ne mumkin e ku dijmin armancên xwe pêk bîne û bûyerên bi vî rengî biqewime. Di vê êrîşê de du rêhevalên me yên ciwan heval Rêbaz Sine û Zinar Brûsk şehîd dikevin. Her wiha nasnameya 3 welatparêzên Kurd piştre ji raya giştî re ragihînin.

Heval Rêbaz Sine weke gencekî Rojhilatê Kurdistanê, zulm û zordariya li ser gelê Kurd tê meşandin, qebûl nake û li hember bêdengiya heyî bêbersiv namîne û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe, Şehîd Rêbaz hê di destpêka beşdarbûna xwe de, bi girêdanbûn, bi fikr û felsefeya Rêber Apo û hezkirina welat û gelê xwe di demekî pir kurt de xwe gihande asta milîtanê Apoyî, erk û berpirsiyartiya şoreşgerî girte ser milê xwe. Her wiha di nav hevalan de nimûneyeke ciwantî û hezkirinê bû.

Heval Zinar Brûsk ciwanekî ji bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistan bû, heval Zinar hê di zaroktiya xwe de, tevgera azadiya Kurdistanê nas dike, dagirkerî û bêadaletiya li ser gelê wî tê meşandin dibîne. Ji ber zext û zorên ku li ser gelê Kurd tê meşandin, berê xwe dide Tevgera Apoyî, beşdarî nav rêzên gerîlayên azadiyê dibe. Heval Zinar bi biryar û helwestên xwe di nav hevalan de pêşengayetî kir û heta dawî li ser rêbazê Rêber Apo, têkoşîn meşand.

Em wek Yekîneyên Parastinê Rojhilatê Kurdistan YRK, Şehîd Rêbaz û Şehîd Zinar û her sê şehîdên Kurdistanê, di serî de malbatên hevalan ên welatparêz û hemû gelê me ser saxî dixwazin. Di şexsê wan de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û mînet bi bîr tînin. Û soz didin ku tola van şehîdên xwe bi pêkanîna armanc û daxwaziyên wan ku azadî gel û welat e, rakin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Her wiha bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi awayekî her xurt li van şehîdên xwe xwedî derkevin. Bi vî awayî têkoşîna li dijî dagirker û xaînan bilind bikin. Erkê neteweyî û niştîmanî  yê xwe pêk bînin.

                                                                                    

 

 Slav û Rêzên Şoreşgerî

                                                                                                                                Fermandariya YRKê

                                                                                                                                29-5-2020