Di salvegera şehîd kirina hevalê xwe Kemal Pêncwînî û Sidiq Salîawayî ku bi destên hêzên dagirker di 13 Nîsana 2016’an hatin teror kirin, em hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîrtînin,  hêzên komploger bi nefret mehkum dikin û diyar dikin ku emê wek PJAK tim şopdarê rêç û daxwazên şehîdan meşa ber bi azadiyê ve bin.

Rêhevalê Kemal Pêncwînî ku di hawîrdoreke welatparêz û niştîmanperwer û di nav şert û mercên germ ên têkoşîn û şerê gelê Kurd de hatiye cîhanê û mezin bûye, ji êrîş, komkujî û zordestiya hêzên dagirker û terorîst birînên xedar yên li ser bedena gelê Kurd çêbûye, ji kûranî ve hîs kiriye, tim xwestiye ku di avakirina welatê azad û azadiya gel de roleke berçav bileyîze. Di vê oxirê de ji tu astengî, zext û zordariyê netirsiya, bi wêrekiyeke mezin, xebatên girîng pêşve xist. Nakokî, dabeşî û pirsgirêkên ku di nav rêxistinên Başûrê Kurdistanê hebûn, bandora zihniyeta desthilatdar û noker ya Kurdê klasîk, herwiha bandora jiyana modernîteya sermyedar ya ku jiyanê ji exlaq, çand û nirxên mirovahiyê bêpar dihêle, ji hêla heval Kemal ve nakokiyên sereke bûn ku dixwest jiyanê ji pencikên wan rizgar bike.

Rêheval Kemal Pênciwînî di sala 1999 de nêrîn û ramanên Rêber Apo û tevgera azadiyê nasî û bi taybet bi tevgera gerîlla li herêmê, wî jî lêgerîna xwe ya azadiyê berztir kir. Wî ji hêlekê ve di rastiya Rêbertî de dît ku ji bo hilweşandina dagirkerî û dawîkirina mêtîngeriyê ji bilî têkoşîneke bê eman ya ku xwe bispêre bi hêza xwe ya cewherî û xwe bawer tu rêyeke din li ber gelê Kurd nîne, ji hêla din ve ferq kir ku azadiya welat ji azadiya ruh, mêjî û hestên gel ji jêr siya siyasetên dijmin mumkin dibe. ji hêleke din ve jî heya yekgirtina gelê Kurd li her çar beşan pêk neyê, dê misogeriya tu statoyekê ji bo Kurdan tune be.

Heval Kemal bi nasîna nêrîna tevgera Apoyî di serî de guhertin di xwe de destpêkir, terzê jiyan, awayê têkoşîna xwe guhert, bi wêrekî, fedakarî, bê hesab li hemû xebatan de cih girt. Yek kêlî jî nexwest ji têkoşînê dûr bisekine. Ruxmî ku ji hêla hêzên dijmin û komploger û nokerên wan ve li jêr tehdît de bû û gef jê dixwarin, dest ji xebata xwe nekişa. Rêheval Kemal Pênciwînî bi dilsoziya ji têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê, di çeperên PJAK’ê de beşdariyeke aktîf kir û di warê yekgirtina netewî de bû kesayeteke mînak.

Dijminê dagirker Îran û nokerên wê bi hedefkirina rêheval Kemal û Sidiq Salîawayî xwestin gelê Kurd, bi taybet jî xebatkar û têkoşerên wê çavtirsandinî bikin; lê belê bi derbasbûna 5 sal bi ser vê şehadetê re girêdan, bawerî, hezkirin û xebata gel û şervanên azadiyê bi keda rêhevalên şehîd xurtir bûye. Bûyera teror kirina rêheval Kemal û Sidiq di dozgeriya li Silêymaniyê pêk hat û ji hêla welatparêz û rêxistinê ve ji nêz ve hate şopandin, wek bûyereke terorê bi dest girtin. Bêguman bûyerên teror û înfazê yên rêheval Kemal, Sidiq, Îqbal Moradî di dadgeha gelê Kurd de tim dê were darizandin, di van dozê de hêzên terorîst dewleta faşîst ya Îranê û nokerên vî mehkumê e û jê re sizayeke herî guncaw tê birîn. Em jî wek PJAK diyar dikin ku dê tol û hesabê vê şehadetê were stendin.

Şehîd namirin!

Bimire dagirkerî û rejîma desthilatdar!

Bijî têkoşîna azadiya gelê Kurd!

Bijî Rêber Apo!

Meclîsa PJAK’ê

2020-04-12