Ravekirin û terîfeke civaka Kurd hîna hêsantir e. Gelê Kurd û lawir xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarvanî weke têgeh ji Kurdan dûr e. Belkî jî gunditî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendî gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajarvaniyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî nîv-koçertî nîzama tevgerê û cihûwarê hezar salan a Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir, dagirkeran ava û tijî kirine; lê ev yek nayê wê wateyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyan. Di serî de dewletên Urartu, Med û Mîtan, tê zanîn ku bûne xwedî gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hikumetên eyaletan avakirine. Lê ji ber ku dewlet û hikumdarên ku avakirine, temendirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên dagirker û ji civakên hawirdorê pêk hatine. Di serdema seretayî de Sumer, Asur, Aramî, Pers û Helen bandora muhra xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hiştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran ve rol lêyîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî xîm û kokeke wî ya kevnare heye jî bi sedema ku kêm bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belgeyan li dawiya xwe bihêle û bi pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi riyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê. Çand û zimanê Kurdî, bi ihtimaleke xurt ku –gelek arkelog vê dîtinê rave dikin- weke çand û zimanê yekemîn şoreşa neolotîkê li quntara çiyayên Zagros-Toros daye destpêkirin. Bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hint-Ewrupayî ne, pêk aniye. Tê texmînkirin ku, BZ ji salên 9000’an pê ve ne bi fîzîkî, lê bi awayekî çandî li erdnîgariya Hint-Ewrûpayê belav bûye. Ev pêkhatinên wê bi xwe jî BZ 15.000-10.000’an bi ihtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) weke ziman û çanda herî otoktan –xwecih- pêk hatine. Etnîsîteya Kurdî BZ bi salên 6.000’an de êdî pir cihewaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Huriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Huriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezarên salan bi tekoşîneke eşîr-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asur, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî tu qewm û nifş bi qasî Kurdan di eşîrên beramber ên koçer û bicihbûyînê de cih negirtine. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihê, Hîtît, Luwî, Îon û Persan rola Hurî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyê, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz-dûr ji koma zimanên Hint-Ewrûpa ne.

Di dîroka Heredot de pir eşkere tê dîtin ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kirine, çavkaniyên wî Medî ne. Helenî BZ hetanî salên 900-400’an pir zêde di bin bandora Medya de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên madî yên manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Urartu, Med, Persan wergirtine û bi senteza xwe ve dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hurî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên ku bi koka xwe Hurî ne (1500-1250) Naîrî (BZ 1200-900) Urartuyî (BZ 900-600) Medî (BZ 700- 550) di van deman de bi konfederasyonên eşîr û qraliyetan ve jiyane. Civaka Kurdan a di van deman de hiyerarşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolotîk a cotkariyê de jin hîna çalak e. Di civaka Kurdan de jin xwedî giranî ye. İhtimaleke xurte ku jinê ev hêza xwe demeke dirêj bi kar aniye. Bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedewendiyê de starê belge yên ku heqîqetê piştrast dikin.

Zerdûştî BZ bi salên 700-550’an de weke şoreşeke zîhniyeta Kurdan pêş ketiye. Zîhniyeta Zerdûşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywanan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, weke têgihiştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, him bi cihoka Persan ve diherike Rojhilat him jî bi cihoka Heleniyan ve diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe. Bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di teşegirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Musevîtî û Îsevîtiyê rola civakbûnê lêyîstiye. Şaristaniya Persan, a rastîn şaristaneke ku Medan avakiriye û şaristaniyeke Med-Persan e û tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere diyar dike. Ji serî hetanî dawiyê etnîka duyemîn e, hevparê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş didome. Di heman şaristaniya Îranê de heke mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de nebîne, wê helwesteke realîst be.

 

Li ser Çanda Kurdistanê Polîtîkayên Asîmîlasyonê yên bi Darê Zorê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer, herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û bişaftina çandê ye. Blokên desthilatdarê û şer bi polîtîka asîmîlasyonê dixwazin komên ku di bin destên xwe de digrin, ji qabîliyeta berxwedanê bixînin û ji bo vê yekê jî amurên di desten wan de je distînin. Di serî de li ser zimanê herêmî ku zihniyetê îfade dike zimanê serdest tê ferzkirin. Bi rêya zimanê fermî çanda zimanên herêmî têne baskokirin û nikarin di jiyanê de rol bilêyîzin. Çand û zimanê serdest weke zimanê xwendin, siyaset û aboriyê ji bo kesên bi kar bîne xwedî sud e. Kesê çand û zimanê bindest jî bi kar tîne wenda dike. Di nava vê dualiyê de zehmet dibe zimanê herêmî xwe li dijî zimanê desthilatdarê rabigre. Hela ger ev ziman nebibin ên nivîsariyê û zaravayê xwe yê sereke dest nîşan nekiribin. Wê dawiya van ziman û zaraveyan tarî be. Asîmîlasyon ne tenê li ser ziman her wiha li ser hemû saziyên civakî yên desthilatdarê şekil dane wan tê meşandin. Dîn û netewê serdest di her astê de li gor rastiya saziyê tê dawerivandin. Sazî hetanî di warê siyasî, civakî, aborî û heta zihnî de bi awayekî fermî were naskirin û bi awayekî hiquqî were parastin, saziyên hindikayiyên din û yên têkçûyî xwe li gor saziyên serdest an bi zorê yan jî bi dilê xwe, li asîmîlasyonê diqewimin û di nava fermiyetê de cihên xwe digrin. Zordarî aborî û berjewendiyên siyasî çiqas bikevin rojevê helandin jî ew çend zû dibe.

Li ser hebûna çanda Kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê asîmîlasyona bi darê zorê roleke texrîbkar lêyîstiye. Em dikarin heman rêbaza dîrokî pêk bînin û biçin hetanî serdemên seretayî. Eger em bibêjin çand û zimanê Sumerî ziman û çanda herî mezin a asîmîlasyonê bû, divê weke gotineke nepixandî neyê dîtin. Em vê yekê ji nîzama hevok û peyvên wê fêm dikin. Berê zimanê Sumerî û li gor rêzê Hurî, Mîtanî, Urartu, Medî û Persî, piştre jî li gor rêzê zimanê Babilî û Asurî çavkaniyên wan Aramî ne. Paşê jî Aramî di serdemên seretayî de li Rojhilatanavîn zimanên asîmîlasyoneke mezin bûn. Mirov dikare vê rastiyê di pirtûkên Hîtît, Urartu, Mîtanî, Med û Persan de bibîne. Mîna İngîliziya îro zimanê Aramî jî weke “înteretnîsîte” ya wê demê zimanê hevpar ê ji hev du fêmkirinê bû. Nexasim arîstokrasî û bûrokrasiya dewletê yek ji zimanekî zêde bi kar tîne jî zimanê Aramî ye. Zimanê herêmî tevî zimanê Aramî tê bi karanîn. Mîna ku em îro jî dijîn, zimanê fermî yê desthilatdarê di danûstendinên fermî yên dewletê de esas tê dîtin û di wê demê de Aramî- hînê berê Akadî û Sumerî- zimanê esasî ye. Zimanên herêmî zêdetir di nava gel de ku kesên xwendin û nivîsandina wan nîne weke amurekî ragihandina devkî bi kar tînin. Mirovê vê rastiyê dikare di pirtûkên Urartuyan de bibîne. Çawa ku piraniya rêveberên dewletên bindest bi zimanên İngîlîzî û Fransî dipeyivin.

Di pirtukên Persan de cihê Aramî eşkere ye. Di wê demê de li hemû rojhilatanavîn him zimanê dîplomasiyê him jî zimanê bazirganiyê ye. Di hemû tomarên pêwendîdar de tê dîtin ku asîmîlasyon di mîmariya rêveberiya dewletê wêjeyê û hiquqê de roleke mezin lêyîstiye. Heta tê texmînkirin ku Îsa jî bi Aramî zanîbûye. Zimanê Suryanî ku şêweyekî netewî yê Aramî ye. Amurekî din ê asîmîlasyonê ye. Zimanê Îbranî hînê di qadeke bi sînor de xwedî bandor e. Lê Helenîzm ji ber ku di rewşa dijber de belav dibe, zimanê Helenîzmê li rojhilatanavîn xwedî bandor e. Mîna İngîlizî û Frensiya îro. Helenî û Suryanî jî bi hev re di riyekê de ne. Her du jî li Kurdistanê nemaze li bajaran ji bo bitesîr bibin têdikoşin. Riha ji bo vê yekê mînakeke xweser e. Aramî çandeke kûr e ku Ermenî, Suryanî, Erebî, Kurdî û herî dawiyê jî Tirkî jiyaye. Lê belê di heman demê de rê li ber asîmîlasyoneke dijwar û kozmopolîtîzmeke zêde vedike. Mirov ji rewşa îro ya Rihayê vê rastiyê baş dikare fêm bike.

Rola zimanê Suryanî di çanda Kurdistanê de ji Erebiya paşê li pêştir e. Mirov dikare bibêje weke zimanê ronîbûnê rol lêyîstiye. Ya esas ji ber ku Suryanî li bajaran rûniştin, ev encam derdikeve holê. Kurd weke xelkê Komagene zimanê devkî yê koçerî û gundîtiyê zaraveyên Kurdî bi kar tînin. Çavkaniyên wan ên nivîskî bisînor in, lê nayê wê wateyê ku qet nînin. Nemaze li paytexta Mîtaniyan Waşukaniyê (li ser sînorê îro yê Suriyê-Tirkiyê bajarê Serekaniyê û Amudê) gelek tomarên nivîskî raber dikin ku BZ di salên 1500’an de proto-Kurdî weke zimanê nivîsê hatiye bikaranîn.

Li Kurdistanê BZ di salên 300-250’an de di heman qraliyetên Helen de hebûna xelkê bi koka xwe, Helen û nemaze giraniya wan a li bajaran nîşan dide. Ku zimanê Helenî demeke dirêj hatiye bikaranîn. Mîna rola zimanekî mêtîngeriyê rol dilêyîze fena di roja me ya îro de bajarên Kurdistanê bi çand û zimanên biyanî dijîn. Xelkên li derveyî bajaran jî bi çand û zimanên xwe yên herêmî dijîn.

Bi Îslamiyetê re zimanê derdikeve pêş zimanê Erebî ye. Erebî ku berê zimanê bedewiyan bû, bi bajarbûn û derketina Îslamiyetê re li Rojhilatanavîn bû zimanê herî xwedî prestîj. Zimanê zanist û wêje yê. Erebî weke zimanê fermî yê desthilatdar û şer serdestiyeke mezin bi dest xist. Li hemberî zimanê qels ên bi koka xwe Efrîqî li hemû bakurê Efrîqa û heta başurê Zagros-Torosan serdest bû. Çand û zanist jî bi Erebî tê kirin û tê jiyîn. Xwedî cihekî cihêwaz e. Yên zimanê Erebî bi kar tînin, dikarin di nava bûrokrasiyê de cih bigrin, dikarin di nava çîna ilimdaran de cih bigrin û ilim bikin. Ji lewre Erebî zimanê mezinbûn û berjewendiyan e. Girîngiya wê ya hetanî îro jî deyndarê van rastiyên madî ye. Piştî Erebî rola Farisî hîna bisînor e. Ew jî nexasim bi desthilatdariya Selçuqiyan li Îranê bû zimanê fermî û belav bû. Kengî Selçuqî Anatolyayê zevt dikin û dewleteke navenda wê Konya, avadikin jî zimanê fermî Farisî ye. Mewlana berhema xwe ya bi navê “Mesnewî” bi Farisî nivîsandiye. Zimanê Tirkî jî weke zimanê Kurdî wê demê xelkê li derveyî bajaran weke amurê axaftina devkî û wêjeyê bi kar tînin.

Serdestiya Erebî, li Kurdistanê bitesîr bû. Nemaze tebeqeya mele- seydayan zimanê Erebî weke zimanê îbadetê dibînin û ev yek dibe sedema bandoreke dijwar. Her wiha xelkê li bajaran dilê xwe dibijînin şêwaza jiyana Ereban. Em ji kinc lixwekirinê şikil û şibût bigrin hetanî dara nifşan a xwe digihîne Ereban, dibe mode. Di çîroka her xanedayiyê de qulbeke Erebî pir normal dibe. Serdestiya di warê perwerde, hîndekarî, mode, siyaset, dîplomasî, huner û zanistê de li ser zimanekî mîna Farisî ku di warê dewletê de xwedî ezmûn bû jî, bandor kir. Nîv bi nîv dagirkeriya Ereban diqewime, hemû Rojhilatanavîn nav û leqebên Erebî li xwe dikin. Ev serdestî hetanî pêşketina têgihiştina netew-dewletan û netewan bi awayekî dijwar didome.

Bi belavbûna sîstema kapîtalîst û şikilgirtina netew-dewlet ve pêvajoya asîmîlasyona li ser çand û zimanê Kurdî hîna dijwartir dibe. Li zordestiya Erebî û Farisî ya Tirkî jî zêde dibe. Di serdema seretayî û navîn de çand û zimanê Kurdî yê di nava etnîsîteyê de hebûna xwe parast. Bi derfetên teknîk û zanistê yên zêdebûn sê çand û zimanên serdest weke çand û zimanên fermî bi bandora xwe zimanê Kurdî baş pelixandin û helandin. Çand û zimanê ku di serdema navîn de jî gelek berhemên wêjeyî (mîna Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) dan, di bin zexta siyasî de her ku çû teng bû. Kurdîtî weke çand û ziman xistin rewşeke biguman. Kirin mijara guneh û gunehkariyê, her ku çû Kurdbûyîn krîmînalîze kirin. Bi pratîka herî dijwar a guneh-zindan a bûrjuvazî re rûbirû hate hiştin. Pirsgirêkên têkîliya xwe bi rastiya Kurd re hebûn, di kategoriya gunehên xeter de hatin hesibandin. Her sê netew-dewlet jî –Tirk, Fars û netewa Ereb- ji çand û zimanê dewletê wêdetir li ser hemû hebûna wê helandin dûrkirin û kampanyayeke bi çand û zimanê serdest ve girêdan û bi dijwarî dan meşandin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî Kurdî jî tê de hemû dibistanên perwerdeheyê lê hatin qedexekirin. Lê derfet û îmkanên wî yê hebûna dikaribûn li dibistanên netewê serdest modernîzm hînbibûya Kurd û Kurdî di her warî de li derveyî modernîzmê hate hiştin. Çapkirina pirtukan rojname û mûzîkeke herî normal a Kurdî weke Kurdewarî hate hesibandin û di çerçoveya guneh de hate qebûlkirin. Lê wan bi xwe di zimanê xwe de netewparêziyeke Hîtler li dawiyê bihêlin dikirin. Ji teoriyên wan ên netewê herî mezin gav nedihatin avêtin. Miletê necîb navê Ereban bû. Tirkîtî rastiyeke bexteweriyê bû. Farisî esilzadeyiya herî mezin a dîrokê bû. Hisên netewparêziyê yên kapîtalîzmê şiyar kirin. Bûn xwedî bandoreke narkotîkane, ku hemû rewşên paşverû binuxûmîne.

Lê sêyemîn pêngava mezin a globalbûna kapîtalîzmê mezinbûna lokaltiyê weke nirxekî pêşveçûna teknolojiyê ye. –radyo, tv- qedexeyên li ser ziman bêwate kirin. Xebatên li derveyî welat kirin ku hindekî Kurd û Kurditî bi ser xwe ve werin. Bêguman di bingehê vê rastiyê de bandoreke diyarker a têkoşîna hemdem hebû. Berxwedana demokratîk a netewî bi xwe re nasnameya Kurd, ziman, çand û ji xwe piştrastî anî. Li dijî zora şer –desthilatdarê ya asîmîlasyonê- bi darê zorê afirand. Ji berxwedana xwe parastinê ji nû ve derketina çand û zimanên netewî re pîriktî dikir.

 

Hebûna Çandî Bi Ziman Pêkan e

Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.

Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî nerîna wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin. Hîn ez di heft –heşt saliya xwe de dema diçûm dibistana seretayî ya Cibînê, gundê cîranê me, min yek peyv jî bi Tirkî nedizanî. Di çûn û hatina dibistanê de min her dem ji xwe dipirsî; çima em bi Kurdî fêr nabin û çima dibistanên bi Kurdî nînin? Bêmafiya bi ser me de tê rêvebirin, di wan salan de min ferq kiribû. Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye.

Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, faktorekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandi ye/ Ji nijadkujiya fîzîkî tirsnaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Divê mijarê de, divê dayîk û zarokên Kurdan xwestekên xwe bi dengekî bilind bînin ziman, reaksiyonên xwe yên demokratîk raber bikin; ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye.”

Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di berbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima hetanî niha saziyeke zimanê Kurdî nîne. Ataturk jî dema nû komar damezirand, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî saz kir. Divê em jî bi lez bigihên saziyeke bi vî awayî. Ger hetanî niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmaniyek e û leztirîn ev kêmanî ji holê were rakirin.

Her wiha ev yek weke Akamiya Ziman jî dibe. Ya girîng ew e ku demeke zutirîn di warê zimanê Kurdî xwe gihandina sazîbûnê ye. divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihên sazîbûna Zimanê Kurdî.

 

Divê ji bo Zimanê Kurdî Cihên Azad Werin Afrandi

Ya ez dixwazim bikim him ji bo zimanê Kurdî, him jî ji bo lehceyên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek lehce têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare di zemîna me afirandî de biaxive, heta dikare zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be.

Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare çawaniya pêşvehatina ziman a hetanî roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî bilind a kurdî ava bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî ava bike. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Hetanî ev yek pêk were jî divê her lehçe di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman bistrê, axaftinan bike û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor… Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî him dem û him jî cih hewce ye.

Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdewariyê hindek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min tu caran li pêşiya xwe nekirin asteng. Hindek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hindek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdeyetiyê hindek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek lehceyên cewaz pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tuyê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku di Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng bi dest digrin, ger wisa bidomînin dê bidin wendakirin.

Di nava me de tu caran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanên tirkî û yên erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirinê. Ev hetanî demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran hetanî demekê serdest be, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare tu tiştî jî bi dest bixe.

Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe raweste. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir hetanî dawiyê jî ezê wisa bidomînim” be, her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîne. Esas her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengê bi dest bixe. Ez dibêjim ku lehce jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî hetanî bi zanîngehê rêxistin bike. Eger bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku dê tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hindek plan û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.

Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî temsîliya paşverûtiyê dike. Tu nirxekî çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e, dijmin te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de texrîbateke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkariya min a kurditiyê ne asteng in. Berovajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, hûmanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e.

Ji aliyê din xwe nedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm fermanberekî (memur) mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezilê jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratiyê û yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye.

Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hindek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ê dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê li ber kirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîne. Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me hetanî niha ji biratiyê re raber kiriye hetanî niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşe û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna netewî ya ku min bi dirustî wergirtiye difermîne ku, Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.

Hindek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev waneyeke (ders) mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare hetanî bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexe yan jî bi cilan ve nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hindek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Naxêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ser ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê kir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi dijminên gel re be? Van her du xalan ez baş ji hev nasdikim û pêk tînim.