Xelkê Kurd di prosesa avakirina Kurdistanê da xwudanê serborîyeke dewlemend e. Ji kûrahîya sedan salan ve ev hewildane tête dîtin. Yêk ji wan qonaxan jî avakirina Komara Kurdistan ya Mahabadê ye.Roja 22. 01. 1946ê li Meydana Çarçira ya Mahabadê bi axivtina Qazî Mehemed Komara Kurdistan hate îlan kirin. Komara Kurdistan ya Mahabadê di nav şertên şerê cîhanê yê 2. da hate damezrandin. Qazî Mehemed wekî serokê Partîya Demokrat ya Kurdistana Iranê ev rola xwe îna cih û bû serokê komarê.

Qazî Mehemed di îlana komarê ya di kombûna sedan hezarî ya Meydana Çarçira da hem ji bo Kurdan hem jî bo yar û neyarên Kurdan gelek aşkera got ku xelkê Kurd jî wekî hemû xelkan xwudan maf e ku li ser axa xwe xwudanê qedera xwe be û hevoka herî balkêş bi dengekî bilind got; ”Nihe Komara Kurdistan ya Otonom hatîye damezrandin”. Vê hevokê hem li Meydana Çarçira hem jî li seranserê Kurdistanê deng veda. Avabûna Komara Kurdistan ya Mahabadê bûyereke dîrokî, pêkhatina xewna sedan salî ya Kurdan bû. Lê mixabin jîyê vê avabûnê dirêj nekêşa û piştî salekê hem ji ber bêtifaqîya navxweyî, hem ji ber bêbextîya ”dostan” û hem jî ji ber konjonktura dawîya şerê cîhanê yê 2. têkçû û di serî da Qazî Mehemed û du hevalên xwe li Meydana Çarçira hatin îdam kirin.

Encama trajîk ya hilweşandina Komara Kurdistan ya Mahabadê ji hemû alîyan ve dersdêr e. Îro Kurd li beşê başûr xwudanê xweserîya xwe ne. Li rojavayê prosesa avakirina xweserîyê didome. Li bakur têkoşîneke hêvîdar tête dan û destkevtên giring pêkhatine. Têkoşîna azadîyê li rojhilatê jî bi xurtî tête dan. Doza Kurd û Kurdistanê hatîye qonaxeke pêşkevtî û hişyarîya neteweyî bilind bûye. Konjonktura navneteweyî di lehê Kurdan da ye. Lê digel hindê jî, avabûna xweser ya başûr, ber bi avabûna xweser ya rojavayê, têkoşîna serkevtî ya li bakur û herweha hewildanên li rojhilatê jî di nav garantîyeke mutleq da nînin. Garantîya mezin, yêkîtîya herî mezin ya navxweyî ye. Kurd û Kurdistanî heta ku yêkîtîya navxweyî pêkneyînin, hêzên xwe li ser bingehê berjewendîyên neteweyî û welatî nekin yêk nikarin destkevtên xwe jî saxlem û mayînde bikin.

Di vê salvegera damezrîna Komara Kurdistan ya Mahabadê da, dersa herî mezin pêkînana tifaqa navxweyî ye. Bi taybetî hêzên Kurd û Kurdistanî yên rojhilatê divêt dersa jîyanî ya tifaqa navxweyî ji dîroka xwe, ji avabûn û têkçûna Komara Kurdistan ya Mahabadê werbigirin. Lewma îro jî karê sereke û lezgîn yê dînamîkên neteweyî û welatî li rojhilatê pêkînana yêkîtîya navxweyî ye û divêt di vî warî da xwudan plan û program bin û zûtirîn dem gavên pratîk biavêjin.

KNK wekî hercar giringîyeke mezin dide yêkîtîya navxweyî ya rojhilatê û di her demî da tewsîyeyî hemû hêzên rojhilata Kurdistanê dike ku vî erkî xwe paş nedin û bi cih bînin. Bi vê armancê li welat û derveyî welat kom û kombûn têne kirin. KNK herwisa hewil dide ku li ser pirsa rojhilata Kurdistanê şêwireke neteweyî û welatî jî pêkbîne ku ji bo yêkîtîya navxweyî encameke xêrdar derkeve meydanê.

Di roja îro da bîrînana herî ji dil ya Komara Kurdistan ya Mahabadê lezandina kar û xebatên tifaqa navxweyî û avakirina yêkîtîya neteweyî û welatî ya Kurdistanê ye.

 

Konseya Rêvebir ya KNKê
22.01.2014, Bruksel