Desthilatdarên îranê ji dîroka kevnar heya roja îro li hember tekoşer û şoreşgerên Kurd her di nava nêzîkatiyeke dij-demokratîk de bûye. Her timî tekoşîna azadiya gelê Kurd weke cihêxwazî û êrişek li hember hebûna welêt bi navkiriye û bi vî awayî jî rewatiyek ji êrişên xwe yên bi mirovahiyê re li hev nayên rewa kiriye. Ev zêhniyeta dij-demokratîk û ne dadwer ya dewleta Îranê îro bi awayeke dijwartir li hember PJAK’ê jî xwe dide der. Her timî karta Kurd li hember dewletên din yên Kurdistanê dagirkirine bikaraniye û vêya jî weke awantajekî destgirtine. Îro di asteke hîn sîstematîktir bûyî de li dijî gelê Kurd yê azadîxwaz û dixwaze bibe xwedî nasname dikeve nava êrişên bêhed û bêhesap de.
Weke tê zanîn di 9’ê Gulan’a 2010’an de rêhevalên me û pêşengên gelê Rojhilatê Kurdistanê û tekoşereke Fars li Zîndana Evîn hatin darvekirin. Ev pêkanîn careke din rûyê bêrehm û xedar yê dewleta Îranê raxist ber çavan. Ev pêkanîna derveyî mirovahiyê dijmintiya dewletê ya li hember gelê Kurd û mirovên azadîxwaz bi awayeke eşkere piştrast kir. Lê, em dizanin ku darvekirina hevala me Şîrîn, Ferzad, Elî, Ferhad di encama bazar û li hevkirineke qirêj ya di navbera dewleta Tirk û dewleta Îranê de pêk hatiye. Ev darvekirin jî parçeyek ji konsepta tuneker û qirker ya herdu dewletên dagirker bû.
Weke têzanîn meha Gulanê ji bo giştî tevgera azadiya Kurd û hêzên şoreşger yên azadîxwaz me qehremanî û lehengiyê ye. Di vê mehê de gelek şoreşgerên pêşeng şehîd ketine û di şopa wan de tekoşîna azadiyê bilindtir bûye. Meha Gulanê di dîroka me YJRK-PJAK de jî bi qehremantiyên bêmînak tijeye. Ji lewma ev meh ji bo me pîroze û em nirxeke mezin didin vê mehê. Ev meh ji bo me meha bilindkirina tekoşînê ye. Ev meh wezîfeyên pirr bûha û giran dide ser şanê me. Weke têzanîn di gulana 2008’an de êrişeke xedar ya balafirên şer yên artêşa dagirker ya dewleta Tirk li hember endamên çapemenî û ragihandina PJAK’ê çêbû û 5 hevalên me şehîd xistin. Her wiha pênc hevalên me yên pêşengên YJRKê û milîtanekî PJAK’ê di Gulana 2008’an de ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Di heman wextîde di gulana 2010’an de pênc gerîlayên HRK’ê di encama bêbextiyekî de ji aliyê sîxureke rejîma Îranê ve bi awayeke komî hatin jehrkirin. Di nava vê mehê de şahadetên çêbûne tev komîne. Ji lewma tekoşîneke berztir a pûçkirina van êrişan ji me têxwastin.
Dewletên dagirker yên Kurdistanê wer zanîn ku wê bi van êriş û bêbextiyên ne mirovane bigihijin serî û encam bigirin. Lê, rêxistina me bersiveke bihêz li hember van êrişan daye û ticar jî bêbersiv ne maye. Bi sedan ciwanên Kurd navê van qehremanane rakirine û hêzeke mezintir dane tekoşîna me ya azadiyê. Ji lewma divê dewleta Îranê bizane ku ew nekarîne bi van pêkanînan tekoşerên Kurd bişkînin û biçewisînin. Her hewl dide biçewisîne li hember wê bi înadeke mezin bi hezaran kûlîlkên azadiyê şîn dibin. Êrişên li hember me çêdibin berovajî me bihêztir dike û îdaya mezintir dike.
Wek me di serî de jî gotiye di vê mehê de gelek hevalên me yên jin jî bi qehremanî şehîd ketine. Em jî weke Yêkitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê heftiya qehremaniyê silav dikin û hemû şehîdên tekoşîna azadixwaza a gelê Kurd bi bîr tînin.
Dewleta dijî jin a Komara Îslamî ya Îranê her tim hêza jin ji bo xwe weke metirsiyek dîtiye û bi hemû hêza xwe serde çûye da ku têk bibe. Şehîd ketina gelek rêhevalên meyên yên jin di vê meha pîroz de weke Rêheval Şîrin, Xanê, Gulîstan, Jiyan, Nalîn, Gulîzar, Nûpelda û Zozan bi armanca derbe li tevgera azadiya jin xistinê ye û şikandina hêviyê ku Tevgera me ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê çêkiriye ye. Bêguman weke jinên tekoşer yên Kurd em ticarî dest ji doza van rêhevalan bernadin û bi hêza ku ji raman û felsefeya azadîxwaz a Rêber Apo digirin emê li hember hemû nêzîkatiyên êrişkar yê desthilatdaran bisekinin û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê divê bi rihê berxwedêr ya wan hevalan beşdarî tekoşîna li hember sîstema paşverû derkevin. Her wiha divê jinên azadîxwaz yên Rojhilatê Kurdistanê divê xwedî li dirûşma ku di konferansa 3. a YJRK’ê de derket “Di xeta berxwedana Ş. Şîrîn Elemhûlî de israr kirin, rêxistinê pêş xistin û xwe berfireh kirin” derbikevin û Rohilatê Kurdistanê bikin qada tekoşînê ya herî germ. Divê jinên Rojhilat Kurdistanê jî vê pêvajoya ku em têda derbas dibin ji bo xwe weke destpêka tekoşînek nû destbigirin û hîn zêdetir xwedî li rihê berxwêdêr ya jina Kurd derbikeve. Herwiha divê bi rihê Şîrîn ya ku ticar radestbûnê ne pejirand têbikoşin û di serî de berxwedana Rêhevala me Şîrîn û hemû şehîdên me yên tekoşîna azadiya jinê dane jixwere bikin meşaleya xwe ya riya azadiyê.
Em dîsa di şexsê hemû şehîdên Gulan’ê de û hemû şehîdên tekoşîna azadiya gelê Kurd bibîrtînin, bejna xwe ditewîninû sonda xwedî derketina li bîranîna van qehremanên bêmînak nû dikin.
Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRK
09.05.2013