ji bo raya giştî;

wek gelê me û raya giştî dizane em di nava demeke pir dîrokî û ne ji rêzê derbas dibin. Li her derê Kurdistanê di her firsendekê de êrîşên qirkirin û tunekirinê di asta herî jor de birêve diçin. Sedema herî sereke bandora xwe ji lewaziya dagirkeriya dewleta Tirk digre. Dewleta Tirk ya dagirker hebûna xwe li ser tunekirina her Kurdekî azad dide domandin. Ev rastî gelê me pir aşkere êdî nas kiriye. Bi taybet bi êrîşên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê têne birêve birin û wek berê me diyar kiribû li ser qada me jî êrîşên dagirkeriya tirk zêde bûn e. Di nava van demên dawî de di dîrokên cûda li bejahiya herêma Asos ê gelek car bi balafirên Şer û yên keşfê herêm hatiy bombebarandin.

13 meha Tebaxê seat 12:30 an de carekê êrîşên balafira şer çêbûye

15 meha Tebaxê seat 9:30 an de carekê êrîşên balafira keşfê çêbûye

16 meha Tebaxê seat 19:50 an de du caran êrîşên balafira şer çêbûye

20 meha Tebaxê de seat 6:20 an de balafira şer 5 caran, balafira keşfê 1 carî êrîş pêkanîne

 Di van êrîşan de tu zerar negehaştiye hêzên me. Li herêmê bax û baxçên gelê me di encama van bombebaranan de ziyan dîtiye.

Navenda Raghandin û çapemeniya YRK ê

                  20-8-2024