Berxwedana zîndanan her timî ciheke girîng di tekoşîna azadiya gelan de girtine. Her ku tekoşîna lêgerîna heqîqetê û azadiyê pêşketiye hêzên desthilatdar ji bo lêgerînên azadiyê biçewisînin û tine bikin, zîndanê weke yek ji cihên rêderxistin û rizandinê pêşxistine. Ji bo îradeya pêşengan û şoreşgeran bişikînin her cûre hovîtî li ser wan pêkanîne. Weke yek ji êşkecexaneyên herî mezin û şkandina îradeyê zîndan avakirine. Di zîndanê de her cûre şerê taybet, psîkolojîk û îdeolojîk birêve birine.

Zîndana Amedê yek ji wan zîndanane ku hovîtiyeke bêmînak li ser şoreşgerên Kurd birêve çûye. Adeta xwastin tevgera azadiyê di zîndanê de bifetisînin ku bi ti awayî serî ranekin. Zîndana Amedê veguhertin ordugehên Naziyan ku di wir de hovîtiyeke mezin li ser Yahudiyan pêk dianîn. Lê, çawa ku dijmin dixwast Kurdên serî xwe radikin û dixwazin jiyaneke azad biafirînin li zîndanê de qir bikin lê, li hember vêya berxwedaneke bêmînak jî hate raberkirin. Asta hovîtiyê çiqase dijwarbû asta berxwedanê jî ewçende berzbû. Ev çanda berxwedanê û tekoşîna li dijî zilmê di şexsê şehîdên sêdarê de ji nûve vejiya. Dewleta Îran a dagirker û faşîst herî zêde şerê xwe bi rêya zîndanan û cezayên weke îdamê birêve dibe. Bi ti awayî naxwazê opozîsyonek li Îranê pêşbikeve. Ji lewma Îran di gelemperiya dîroka xwede vê rêbazê esas girtiye û nehiştiye ku ti fikir û lêgerîneke azad a ji bo heqîqetê mezin bibe û xwe bike rêxistin. Îro Îran di çapa cîhanê de yek ji dewletên herî zêde hovîtiyê di zîndanan de pêktîne û bi zêhniyeta dema navîn mirovan ceza dikin. Îran bi rêya zîndanê û cezayên îdamê her timî hewldaye civakê teslîm bigire.

Tekoşîna azadiyê ya dibin pêşengiya PJAK û YJRK’ê de li Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin serdemeke nû di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de vekir. Heman rêbazên teslîm girtinê li hember rêhevalên me jî pêkanî û xwast wan bi tirsa mirinê teslîm werbigire anjî bide revandin. Berxwedanvanên zindanan hewldanên wan tev rizand û hemû ezbereyên wan hilweşandin. Rêhevalên me yên ji bo azadiyê gelê xwe giyanê xwe danîn holê dema cihê wê hat bi rukenî û serbilindî çûn sêdarê. serî netewandin û teslîm nebûn. Di rêhevalên me de rihê berxwedêrên mezin yên zîndana Amedê zindîbu û vejiya.

 

Şehîdên sêderê şehîdên gihiştine heqîqetê ne.

Heval Hîkmet Demîr, Fesîh Yasemînî, Îhsan Fetehiyan, Huseyîn Xizirî (Hêmin), Hebîbûllah Gulperîpur, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şêrko Mairîfî û gelek welatparêzên me û kesayetên syasi yên Îranî li sêdera hatine dayîn. Lê, ev hevalane bi ti awayî radestiyê qebûl nekirin û rumeta xwe parastin.

Em di 5min salvegera şehîdên sêdarê yên 9’ê Gulanê de ne. Weke KJAR di şexsê şehîdên 9’ê Gulanê de tevahî şehîdan û bi taybet jî şehîdên sêdarê bibîrtînin û sonda bilindkirina tekoşînê didin. Wesiyeta wan sedema me ya tekoşîne ye.

Şahadeta her çar hevalan di dîroka tekoşîna me ya azadiyê de rûpeleke nû ya berxwedanê vekir. Ew bûn sembola berxwedanî, ser hildêrî û kesayeta Kurdê azad. Kurdê azad ku dixwastin di zîndanê de têk bibin van hevalan bi dayîna giyanê xwe vêya pûç kirin û bûn banga bilindkirina berxwedanê. Her yek ji wan dikarîn di tekoşîna me ya azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di rêza herî pêş de pêşengtî û rêbertiyê bikin.

Ev pêşengî herî zêde dikeve ser şanê ciwan û jinan ku rejîm herî zêde li ser van herdu beşan de diçe. Li ser ve esasê carêki din li kesayeti şehidên sêdare hevalan Şirin, Eli, Ferzad u Ferhad bı bir tinin û ji bo me berdewam kirına rêbazê wan tê wateya hevpeymani û soz lı gel wan şehidan.

 

Bijî Rêber APO!
Şehîd Namirin!

Komelgay Jinanî Azadî Rojhelatî Kurdistan ─ KJAR
08.05.2015